Di 17 Tîrmeha 2019’an de li dijî rêveberekî MÎT’a Tirk, Osman Kose li Hewlêrê êriş pêk hat. Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan hatin kuştin. Mazlûm Dag û Abdurahman Er bi sedema vê êrişê hatibûn girtin. Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin.
Ji roja ku ew xistin Girtîgeha Hewlêrê û vir ve binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê. Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zexta lixwekirina cilên bi yek tîpî di 18’ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê. Çalakiya Dag û Er di roja 35’an de didome.
Dayika Er, Fatma Er ji Rojnewsê re got, herî dawî sala 2020’an wana kurê xwe dîtiye û beriya du heftiyan jî bi telefonê pê re axivîne. Fatma Er dibêje, “Di girtîgehê de êşkence û muameleya xirab li zarokên me dikin. Em dixwazin weke girtiyên din nêzî zarokên me bibin. Zexta yek tîp cil li wan dikin, canekî me heye û mafê wan nîne vî canê me biêşînin. Li Başûrê Kurdistanê ti îmkanên me nînin, çiqasî em biçin û ji bo hevdîtinê miracaet bikin, em dizanin ku destûrê nadin. Zarokên me tiştek nekirine, tenê li ber kiryarên xirab û êşkenceyê rabûne. Ji bo zarokên me ji vê pêvajoya zehmet de rizgar bibin, em bang li her kesê dikin ku bi erkên xwe rabin.”
Piştgiriyê bidin me
Bavê Er, Şahîn Er jî got, wan ji cejna Remezanê ve agahî ji zarokên xwe wernegirtine: “Zarokên me ji mafên mirovan bê par tên hiştin, li dijî kiryar, zextên xirab û zexta yek tîp cil, dest bi greva birçîbûnê kirine. Wekî din gefê li wan dixin ku wan bişînin girtîgeha kevin. Em niha ji saxiya wan bi fikarin. Daxwaza zarokên me bidawîkirina siyaseta êşkence û zextan e.”
Şahîn Er di dawiyê de bang li Hikumeta Herêma Kurdistanê, saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir: “Ji bo ku em bi zarokên xwe re hevdîtinê bikin, me ji Hikûmeta Herêma Kurdistan û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî re name şandine, lê ti bersiv nedane me. Em bang li xelkê Başûrê Kurdistanê, aliyên siyasî û saziyên mafê mirovan dikin da ku li dijî siyaseta êşkence û zextên li dijî zarokên me, piştgiriyê bidin me.”
NAVENDA NÛÇEYAN