• Koordînasyona KJK'ê: 10'ê Cotmehê weke 'Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî' hatiye ragihandin. Divê bi xurtî xwedî li vê biryara hêja bê derketin.

Koordînasyona KJK'ê têkildarî salvegera komploya navneteweyî daxuyanî da û ji bo pêngava 'Li dijî qirkirina jinê dem dema parastina jin a azad û civakê ye' ya KJK'ê û pêngava 'Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re, dem dema azadiyê ye' ya KCK'ê banga tevlîbûna xurt kir.
Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku 9'ê Cotmeha 1998'an roja destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ye û ev komploya li dijî mirovahiyê bi tundî şermezar kir.

Komplo li dijî paşeroja azad e

Çend xalên di daxuyaniyê de têne destîşankirin weha ne, "Komploya navneteweyî di nava hevkarî û tifaqa zîhniyeta mêr a hegemonîk a tarî de ji aliyê hêzên NATO'yê ve bi rengekî veşartî li dijî Serok Apo hate kirin. Di rastiyê de li dijî paşeroja azad a mirovahiyê bi taybetî jî li dijî jinan hate kirin. Ev komplo ji aliyê hêzên pêşengê hegemonya global DYE, Îngilistan û Îsraîlê ve hate plankirin û bicihanîn. Hêzên noker û teslîmkar ên herêmî yên li Kurdistanê jî piştgirî dan vê komployê.

Êrişî jinan dikin

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst ji bo serxistina komploya navneteweyî bi polîtîkayeke şerê taybet a hov êrişî jinên Kurd dike. Di bin navê eşq û têkiliyê de jinên Kurd dixe, dike ajan û dixe nava fûhûşê. Bi hezaran jinên azad ên li Kurdistanê li ber xwe didin xistiye zindanê, heta dawiyê pêşî li tundiya li jinê vekiriye, ji bo jin li malê bên girtin û ji qada jiyana civakî bên derxistin nêzîkatî û êrişên bi her rengî nîşan dane.

Komplo bi têkoşînê pûç bibe

Li ser vî bingehî em bang li jinan, gelê xwe û dostên xwe dikin ku li ser bingehê pûçkirina komploya navneteweyî berxwedanê mezin bikin, xwedî li rêberê xwe derkevin, heta ku rêberê me azad bibe karên xwe her timî bimeşînin.
10'ê Cotmehê weke 'Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî' hate ragihandin. Divê bi xurtî xwedî li vê biryara hêja derkevin. Rêberê me bi pratîkkirina îdeolojî û fikrê xwe ji bo jinan, gelan bûye rêberekî gerdûnî, fîlozofek û bûye rêber. Hêzên demokrasî û azadiyê, sosyalîst, çepgir û hêzên demokratîk nêrînên Rêberê me ji dil qebûl dikin.
Bi wesîleya 10'ê Cotmehê Roja Azadiya Rêbertî ya Cîhanî em bang li gelê xwe, jinên cîhanê hemûyan û gelan dikin ku xwedî li rêberê me derkevin, bi xurtî tevlî çalakiyan bibin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN