Xwedî li mirovahiyê derkevin

Pêncşem 30 Îlon 2021 - 01:05

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê got, dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li dijî gerîla de hjehrên kîmyewî yên nû diceribîne û xwest bi lez li dijî vê helwêst bê nîşan dan û gav bên avêtin. NPG´ê bi daxuyaniya xwe got, "Rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst, çekên kîmyewî yên bi qanûnên navneteweyî hatine qedexekirin bi kar tîne û bi vî rengî dixwaze encamê bi dest bixe. Operasyona dagirkeriyê û êrişa bi navê Pençe Şîmşek û Pençe Yildirim a li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê, îro 159 roj li pey xwe hiştine. Di vî şerî de hêzên artêşa Tirk a dagirker gelek caran gaza kîmyewî bi kar anî. Artêşa Tirk bi taybetî van 15 rojên dawî cûreyên nû yên bombeyên kîmyewî bi kar tîne. Eşkere ye ku ev cûreyê nû yê bombeya kîmyewî yekê ji dewletên NATO´yê dayê. Yên ku van hemûyan dikin û hêzên ku bêdeng dimînin û hêzê didin rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst a ku siyaseta qirkirinê li Kurdistanê dimeşîne, şirîkê vî sûcê li dijî mirovahiyê ne.

Di serî de Neteweyên Yekbûyî ku her carê guhê xwe li hawara gelê Kurd girtiye, em bang li saziyên navneteweyî, hêzên demokrasiyê yên navneteweyî, saziyên civakî yên sivîl û parêzvanên mafên mirovan hemûyan dikin ku li ber dewleta Tirk rabin, ji binpêkirina qanûnên şer û hiqûqa navneteweyî re bêjin 'êdî bes e' ku dixwaze li Kurdistanê mirovahiyê tine bikin, nirxên mirovahiyê binpê dike.

Li tevahiya Kuridstanê divê gelê me hêza xwe ya civakî nîşan bide, li dijî van rêbazên şer ên li derveyî mirovahiyê refleksa demokratîk destnîşan bikin. Di serî de saziyên demokratîk, ciwan, jin û welatparêzên me yên kedkar, hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê û herêmê divê bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Li dijî van kirinên li dijî mirovahiyê ku qaşo ji bo tepisandina têkoşîna gelê me ya ji bo mafên rewa û mafên xwezayî tê meşandin, her kes û hêzên xwedî hestên mirovane, em bang li wan dikin, xwedî li qanûnên navneteweyî derkevin, wezîfeyên xwe yên mirovî, exlaqî û wijdanî pêk bînin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.