Xwedî li mafên xwe derkevin

Sêşem 9 Gulan 2023 - 01:48

Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû ku di Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî de hate girtin, got, ji ber rojnameyavahiya wê ya 21 salan ew tê sûcdarkirin û bang li rêxistinên civakî yên sivîl û civakî kir da ku xwedî li mafê xwe yê agahîwergirtinê derkevin.

Hêzên dewleta Tirk, Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû û Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz 29'ê Nîsanê kiribûn nezaretê. Rojnamevan di 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî de ji ber karê xwe yê pîşeyî bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' hatin girtin.

Muftuoglû û Yilmaz ji Girtîgeha Sîncanê peyamek şandin û gotin, çapemeniya azad wê bi ser bikeve.

 

Tarîtî wê bi bin keve

Di peyama rojnamevanan de hate gotin, “Desthilatdarî 10 mehên dawî bi operasyonan hewl dide şûna xwe mayînde bike, lê belê wê li hemberî têkoşîna azadîxwazan têk biçe. Li hemberî vê yekê, li pişt dîwaran jî be, em ê rastiyan ji raya giştî ya demokratîk re ragihînin. Em zanin ku dixwazin rastiyê li vir dîl bigirin. Lewma em bang li hempîşeyên xwe dikin ku ji bo parastina rastiyê û rojnamevantiyê dengê xwe bilind bikin. Em bang li rêxistinên civakî yên sivîl û civakê jî dikin da ku xwedî li mafê xwe yê agahîwergirtinê derkevin. Di van rojên tarî de roj wê teqez hilê. Li hemberî tarîkirinê em ê bi ser bikevin, çapemeniya azad wê bi ser bikeve."

 

Di hilbijartinê de têk diçin

Rojnamevan Yilmaz jî diyar kir ku ew ji ber nûçeyên xwe yên 23 salan tê sûcdarkirin û got, "Ev yek operasyoneke têkildarî hilbijartinê bû. Di heman demê de ji ber biryardariya min a piştevaniya bi hempîşeyên min ên girtî re bû. Yên ku operasyona hilbijartinê dikin, wê di hilbijartinê de têk biçin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.