SEMA CAGLAK
JINNEWS/AMED
Endama MED-DER’ê Mîne Karakaş bal bire ser înkarkirina ziman û kampanyaya ziman û got, “Li dijî înkarkirina ziman divê jiyana rojane bibe Kurdî. Her wiha li dijî polîtîkayên bişaftinê jî divê her kes xwedî li kampanyayê derkeve.”
Ligel astengî, bişaftin û polîtîkayên taybet ên li ser ziman, xebatên cûr bi cûr jî tên kirin. Yek jî wan xebatan kampanyaya ku bi dirûşma “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî” û “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê” ye. Kampanya ji hêla Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî ve bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî, di 22‘yê Sibatê de hat destpêkirin. Kampanya hem li kuçeyan û hem jî online tê meşandin. Têkildarî mijarê endama Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Mîne Karakaş axivî.
Mîne Karakaşê destnîşan kir ku li hemberî zext û polîtîkayên li ser zimanê Kurdî divê Gelê Kurd xwe bixe wek mertal: “Wekî ku em hertim dibêjin; ziman hebûn û nasnameya mirov e. Bi van zext û êrişan dixwazin hebûna gelekî ji holê rakin. Ev polîtîkayên bişaftinê, qedexekirin û astengkirin hemû ji bo vê babetê rola wan heye. Lê tevî van, divê Gelê Kurd li hemberê van zext û polîtîkayên bişaftinê li ber xwe bide. Bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de kampanyayek hat îlankirin û di 22’yê Sibatê de kampanyayê dest pê kir. Ev kampanya pirr girîng e û divê xwedîlêderketineke pirr mezin çêbe. Divê Kurd karibin bêjin, ez dixwazim bi zimanê xwe biaxivim û dixwazim bi zimanê xwe perwerde bibim. Her wiha divê bêjin, ez dixwazim bi zimanê xwe bijîm. Bi vê helwêstê jî divê her kes li dijî polîtîkaya tinekirina zimanê Kurdî piştgiriyê bide vê kampanyayê.”