Komxebata Tifaqa Kurdistanî nerazîbûn nîşanî nîqaşên der barê girtina HDP'ê de da û bang li gelê kurd û hemû hêz û partiyên Tirkiyê kir ku bibin piştevanê HDP'ê û xwedî lê derbikevin.
Partî û tevgerên ji komxebata Tifaqa Kurdistanî pêk tên, têkildarî nîqaşên girtina Partiya Demokratîk a Gelan daxuyaniyek nivîskî belav kirin.
Di daxuyaniyê de hat bi bîr xistin ku HDP ji 6 mîlyonan zêdetir temsîla mirovan dike û tê gotin; dûrxistina ji peywirê ya şaredaran û li şûna wan danîna qeyûman, rakirina bergiriyên parlementerên HDPê, Hevserokên giştî yê partiyê jî di nav de, girtinên bi hezaran rêveberên navend, bajar û navçeyan bi awayekî eşkere binpêkirina qanûnê ye.
Di dawiya daxuyaniyê de weha tê gotin: “Em wek partiyên siyasî, tevger û saziyên ku îmzeya me li jêr in, gavên li dij normên hiqûqî û zordestiya ku li ser Partiya Demokratîk a Gelan, li ser parlementer û serokên şaredariyan, li ser rêveberên navend, bajêr û navçeyan tên meşandin şermezar dikin. Em bang li hemû hêz û partiyên Tirkiyê ku bi demokrasiyê bawer in û li gelê xwe dikin ku, li hember zextên ku li ser HDPʼê tên meşandin piştgiriya hev bikin û xwedî li mafê mirovan, têkoşîna azadiyê, serdestiya hiqûqê û demokrasiyê derbikevin."
Partî û tevgerên di Tifaqa Kurdistanî de cih digirin wiha ne: Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Kurdên Demokrat ên Şoreşger (DDKD), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP), Partiya Azadî û Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T).
MA/AMED