Xwedî li cenaze derneketin

În 16 Cotmeh 2020 - 15:42

  • Cenazeyê ciwanê bi navê Menaf Îbrahîm ê ji Şêladizê ku di navbera Tirkiye û Yunanîsatanê de ji serma qefilî, li Şêladizê veşartin.

Cenazeyê ciwanê bi navê Menaf Îbrahîm ê ji Şêladizê ku di navbera Tirkiye û Yunanîsatanê de ji serma qefilî, li Şêladizê veşartin. Di anîna cenaze de hukûmet û rêkxistinan alîkariyê malbatê nekirin.
Ciwanê bi navê Menaf Îbrahîm (23) yê ji gundê Şîv Çinarkê ya Şêladizê, di meha derbasbûyî de koçî derveyî welat kir. 12’Cotmehê di navbera sinorê Tirkiye û Yunanîstanê de ji serma qefilî û mir. Cenazeyê wî şeva din anîn Kurdistanê.
Kurmamê Menaf, Hekar Rêkanî ji Rojnews’ê re got, cenaze bi rêya xêrxwazên li Tirkiyê anîne, ne hikûmetê ne jî rêkxirawan ji bo anîna cenaze ti alîkariyek bi wan re nekirine.

ROJNEWS/DIHOK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.