Xwedî li çalakiyê derkevin

În 10 Gulan 2024 - 00:25

Piştî ku tecrîd kûr bû rewşenbîr, nivîskar û hiqûqnasên li 74 welatan hatin cemhev di 23'yê cotmeha 2023'yan de kampanyaya "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka kurd re" dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de di 27'ê mijdarê de li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê jî girtiyên siyasî çalakiya greva birçîbûnê ya bidem û dorveger dan destpêkirin. Xizmên girtiyan jî li gelek bajaran Nobeda Edaletê girtin. Girtiyan di 4'ê nîsanê de çalakiya xwe ber bi qonaxeke din ve birin. Girtî niha çûna dadgehê û hevdîtina bi malbatê û hevdîtina bi rêya telefonê boykot dikin û li gel vê xizmên girtiyan jî li 6 bajaran li ber girtîgehan çalakiya "bibe dengê azadiyê" dan destpêkirin. Her wiha malbat her çarşemê jî diçin ber Wezareta Dadê û li vir jî daxwazên xwe tînin ziman. Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TÛHAD-FED) Eylem Bîrtane ku têkildarî çalakiyên "bibe dengê azadiyê" axivî, destnîşan kir ku heya encamekê bi dest nexin wê çalakiyên wan bidomin. Bîrtaneyê anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan zêdetirî 25 sal in bi polîtîkayeke tecrîdê ya li tu derê cîhanê tune ye re rû bi rû ye û got ku ev polîtîka di 4 salên dawî de veguheriye "bêpêwendiyeke mutleq". Bîrtaneyê destnîşan kir ku tecrîd bi xwe re dibe sedema şer, xizanî û pêkanînên antîdemokratîk. 

Divê bibin dengê zindanan 

Bîrtaneyê têkildarî çalakiya girtiyan jî ev tişt gotin:"Ev kampanya di 4'ê nîsanê de ber bi qonaxeke din ve çû. Girtî ji wê rojê ve çûna dadgehê, hevdîtina bi malbatê û hevdîtina bi rêya telefonê boykot dikin. Dibêjin 'Em şert û mercên rêberê me di tê de ye li xwe ferz dikin.' Em wekî xizmên girtiyan û parêzvanên mafên mirovan ji 4'ê nîsanê ve bi tu awayî xwe nagihînin zarokên xwe û hevalên xwe. Bi sedan girtiyên nexweş hene. Lê em bi tu awayî xeberê ji wan nagirin. Lewma divê em bibin dengê zindanan." Bîrtaneyê diyar kir ku heke dawî li pêkanînên antîdemokratîk neyê û tecrîd dijmirovî bi dawî nebe wê çalakiyên wan bidomin û got ku wê her duşemê li ber girtîgehê daxuyaniyê bidin û çalakiya rûniştinê û dengderxistinê li dar bixin û got:"Divê em dawî li vê pêkanîna li dijî mirovahiyê bînin. Lewma divê em ji vê pêkanîna dermirovî re bêjin bes. Ji bo vê jî divê her kes xwedî li çalakiyan derkeve." 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.