Xwe li zilmê kor bikî tê ji mirovbûnê bibî

Yekşem 29 Gulan 2022 - 22:42

  • Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 448’an de dewam dike. Malbatê doh got, kesên xwe li zilmê kor bikin, dê ji mirovbûna xwe bibin. 

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 448’an de dewam dike. Malbatê doh got, kesên xwe li zilmê kor bikin, dê ji mirovbûna xwe bibin. 

Xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a ser bi Rihayê, êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Piştre jî li nexweşxaneyê êrişî birîndaran kirin. Di êrişê de hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşarê hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî filitîbû. Ji bo girtin û dadgehkirina kujeran, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara sala 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakî di roja 448’an de dewam dike. 

Malbatê doh li ser hesaba xwe yê medyaya civakî peyamek parve kir. Ji bo ku balê bibe ser mitînga kedkarên tenduristiyê ya li Enqereyê, Mitînga Spî etîket kir û ev peyam da: “Her kesê ku bûye şahidê zilmê, lê xwe lê kor kiriye çawa ku heysiyeta xwe winda dikin, rojekê dê ji mirovbûna xwe jî bibin... Ji bilî Fakibaba û Gulpinar, her kesa/ê di nava partiya desthilatdar de xwe li zilmê kor dikin. Yên ku çavên xwe li zilmê kor dikin, nikarin derkevin nava gel.”

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.