Tevî kevneşopî û astengiyên civakî yên li pêşiya civakê jî, di rêjeyek ber biçav de jin ketine nav qada bazarê û ji bo debara xwe karên xwe bi xwe dimeşînin. Çîmen jî yek ji wan jinane ku ji bazara Silêmaniyê sud wergirtiye û bi çêkirina xwarinên Kurdewarî debara xwe dike. Çîmen Reûf a 43 salî ye. Ev du sal in erebeyek biçûk li ser cadeyê daniye û bi çêkirina xwarinên Kurdewarî debara xwe dike. Çîmen piştî xwarinên xwe çêdike, li gel zarok û hevserê xwe, ji saet 6 û heta saet 12’ê şevê bi hev re kar dikin. Wek Çîmen bi xwe dibêje piraniya xwarinên çêdike, xwarinên Kurdewarî yên weke goşt, eprex, savar, kifte, qerexerman, birinca zer û birinca dirêj, selete, tirşî, mexlûbe, şorbe û çend cureyên tirşikê ne. Çîmen Reûf da diyarkirin ku ji bilî xwarinên li cihê firoşgeha xwe de çêdike, li çend cihan xwarin ji bo malan amade dike. Her wiha Çîmen di axaftinên xwe de bang li jinan kir ku karê xwe bi xwe ava bikin û da zanîn ku ji bo jinan tişta herî baş û herî giring bi xwe li ser lingên xwe rawestin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ