Xwarinê jî nadin welatiyan

Pêncşem 19 Gulan 2022 - 22:18

  • Parlamenterê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê yê Iraqê, Musena Emîn ragihand ku gotegotên li ser nebûna xurekê nerast in û diyar kir ku hikûmeta Iraqê xurek şandiye, lê hikûmeta Hewlêrê parve nake.

Parlamenterê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê yê Iraqê, Musena Emîn ragihand ku gotegotên li ser nebûna xurekê nerast in û diyar kir ku hikûmeta Iraqê xurek şandiye, lê hikûmeta Hewlêrê parve nake.

Piştî ku doh şandeya Wezareta Bazirganî ya Iraqê çû serdana embarên xurekê yên li Silêmaniyê, Parlamenterê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê yê Iraqê Musena Emîn li Ofîsa Parlamena Iraqê ya li Silêmaniyê daxuyanî da.

Musena Emîn got, doh rasterast serdana embarên xurekê yên li Silêmaniyê kirine: “Bi armanca rastkirina şaştêgihîştina di navbera Hewlêr û Bexdayê de ya derbarê xurekê de, rasterast em çûn serdana embaran. Di nava embaran de me peywendî bi Wezîrê Bazirganiyê re kir û min jê re ragihand, li Bexda ti pirsgirêka parvekirina xurekê nîne. Nebûn û dereng gihîştina xurekê ne rast e. Bêyî ku embaran agadar bikin, em bi xwe çûn serdana wan. Me li wir dît ku xureka hatiye şandin di embaran de ye. Lê li welatiyan parve nekirine.”

Çima van krîzan derdixin?

Musena Emîn wiha dewam kir: “Berevajî yasayê kar kirine. Ew xureka ku ji Bexdayê ji bo welatiyan tê, naxin nava embaran û tomar nakin. Belku rasterast têxin nava wesayîtan û dibin. Bêyî ku bihejmêrin. Me nerazîbûna welatiyên Herêma Kurdistanê gihande Wezîrê Barzirganiya Iraqê Ela Cebûrî. Ji ber çi li Iraqê 4 beşên xurekê hatine parvekirin, lê hîna li Herêma Kurdistanê parvekirina beşeke xurekê jî temam nebûye. Mercên hikûmeta Herêma Kurdistanê li embaran ne tendurist in. Li dijî yasayê ne. Şofêr dibêjin, di dema veguhestinê de heqaret li wan tê kirin.”

Parlamenterê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê yê Iraqê Musena Emîn di dawiyê de bi bîr xist ku pêr berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê îdîa kiribûn, bi qasî ku pêwîst e, xurek nîne ku li welatiyan parve bikin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.