- Necla Seîd Ismaîl 7 sal di destê çeteyên DAIŞ`ê de êsîr ma. Necla ji DAIŞ`ê hatiye rizgakirin. Qala serhatiya xwe ya bi êş dike û dibêje; çeteyan xuşka wê birine Tirkiyê.
SILAVA EBDULREHMAN
ANHA/QAMIŞLO
Jina Êzîdî, Necla Seîd Smaîl (23) ji DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin ji şêniyên gundê Til Qeseb ê parêzgeha Şengalê ye. Tevî malbata xwe ya ku ji dê û bav, 7 keçan û 3 xortan pêk tê, li gund dima. Dema 17 salî bû, di êrişên çeteyên DAIŞ`ê li dijî Şengalê de, tevî malbata xwe hat revandin. Necla piştî 7 salan hate rizgarkirin. Neclayê qala serhatiya xwe kir û got, şevekê dengê guleyan bihîstine û beriya ku çeteyên DAIŞ`ê bighêjin Şengalê, pêşmerge reviyane.
Neclayê dema qala serhatiya xwe kir hewl da bi Kurdî biaxive, lê nikarî û bi Erebî axivî ji ber ku di nava van 7 salan de li gel malbateke Erebî ya ji Iraqê maye.
Dîmenên herî hov
Necla dibêje, piştî êrişê ew ber bi çiyê ve revîne û xwe spartine malekê. Lê Çeteyan êriş kirine wê malê û ew revandine. Paşê çeteyan jin, keç û mêr ji hev cuda kirine. Jin û keç birine çolistaneke li Musilê. Mêr jî birin girtîgehan. Piştre çeteyan jin û keç birine dibistanek li bajarê Tileferê û li wir heta mehekê ragirtine. Necla qala hovîtiya çeteyan dike û dibêje; “Çeteyan keçên ku temenên wan di navbera 10 û 15 salî de yek bi yek dibirin û dest diavêtin wan.” Necla ew dîmenê ku dema 5-6 çeteyan dest avêtine zarokan, weke dîmenê herê hov ê di tevahiya emrê xwe de dîtiye diwesifîne. Necla jî ji vê hovîtiyê nafilite. Çete li wê didin, wê weke kafir bi nav dikin. Çete wan ji bo xwe helal dibînin û bi hêsayî dikarin dest biavêjin wan.
Keç û jinan xwe kuştine
Piştî ku serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî fermand dide çeteyên û xwe ji wan dixwaze ”xenîmetan” li hev par bikin, çete Neclayê û xwişka wê dibin Beacê. Piştre bi zorê didin çeteyekî bi navê Xelef Cemîl ê berê zewicî û xwedî 5 zarokan e. Piştî sê sal zewacê, ev çete li şerê Baxozê tê kuştin.
Çete Neclayê dibin Beac, Reqa, Meyadîn, Baxoz, Basîra û heta taxa Xiwêran a li bajarê Hesekê. Ji destê çeteyên DAIŞ`ê gelek êş û azaran dikişîne. Lê didin, sixêfan jê re dibêjin, bi zorê dizewicînin û dînê islamê li ser ferz dikin. Necla dibêje, ji ber vê eziyeta çeteyên DAIŞʼê gelek keç û jinên Êzdî xwe kuştine.
Xuşka min li Tirkiyê ye
Necla agahî dide û dibêje; çeteyên DAIŞʼê dê, bav, bira, ap û kurên revandine û aqûbeta wan heta niha ne diyar e. 4 xwişkên wê ji çeteyên DAIŞ`ê revîne lê aqûbeta yek ji wan heta niha ne diyar e. Necla got, “Beriya qederê 3 salan bi min re axivî û ji min re got, ew li Tirkiyê ye. Piştre peywendî pê re qut bû.”
Necla li ser awayê rizgarkirina xwe jî dibêje, ji tirsa wê ji çeteyan re nasnameya xwe eşkere nekiriye. Lê piştî ku înternêt peyda kiriye bi rêya facebookê bi xwişka xwe re axiviye. Xwişka wê jî agahî daye xizmên xwe yên li gundê Xirbet Xezal ê li nêzî navçeya Dirbêsiyê û piştre agahî gihaştiye Asayîşa Jin. Asayîşê jî ew radestî Mala Êzîdiyan a li herêma Cizîrê kiriye.
Necla wê di çend rojên bê de radestî xizmên wê yên li Şengalê were kirin.
Wan em nehiştina…!
Necla di dawiya gotinên xwe de hêvî kir ku tevahiya jinên Êzîdî yên di destê çeteyên DAIŞ`ê de ne rizgar bibin. Necla helwesta hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kudistanê li hemberî sûcên ku li dijî Êzîdiyan şermezar kir û got: ”Heke em bi tenê nehiştibana û nerevîbana, ev bi serê me nedihat. Lewra em tevahiya lihevkirinên ku li ser Êzîdiyan red dikin.”