- Sînan Çîftyurek: Li dijî êrişên tifaqa cûmhûr a faşîst ên li dijî Kurd û Kurdistanê, divê em tifaqa xwe ya Kurd a neteweyî xurtir bikin.
Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek têkildarî tifaqa Kurd a neteweyî got, "Li dijî êrişên tifaqa cûmhûr a faşîst ên li dijî Kurd û Kurdistanê, divê em tifaqa xwe ya Kurd a neteweyî xurtir bikin."
Partiyên Kurd ji ku hilbijartinên cihî yên 31'ê Adara 2019'an ve di nava tifaqê de ne. 24'ê Cotmeha 2020'î bi daxuyaniyekê wan ragihand ku wan tifaqa xwe mayinde kiriye.
Ji pêkhateyên tifaqê Serokê Giştî yê KKP´ê Sînan Çîftyurek têkildarî qonaxa tifaqê û armancên axivî. Wî got, "Piştî ku gel weke kirde hate destnîşankirin, tifaq ji taktîkî veguherî tifaqeke stratejîk. Em jî hewl didin vê bikin. Komîsyoneke me li ser şêweyê pêkhatina yekîtiyên neteweyî yên li Efrîka û Asyayê lêkolîn kirin. Di çarçoveya vê lêkolînê de jî me modela xwe ya yekîtiya neteweyî bi rengê 'kongreyê' diyar kir."
Çîftyurek ji bo pêvajoya ji niha û pêve dibêje, "Me bi kelecan û coşeke mezin dest pê kir, lê belê divê em bi dîsîplîn, demdirêj û bi rêgeheke mayinde bi pêş ve biçin. Ev tifaqa me gelekî girîng e, ji ber ku tifaqa cûmhûr bi taybetî bi polîtîkayên xwe yên qirêj ên li dijî Bakurê Kurdistanê dixwaze pêşî li armanca xwe ya 'sêva sor' veke. Ji ber ku Kurdan weke astengiyekê li pêşiya vê armanca xwe dibînin timî êriş dikin. Weke tifaqa Kurdistanî divê em vê bibînin. Ya duyemîn jî, tifaqa cûmhûr Kurdan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê weke hêzeke mezin a demokrasiyê dibîne, lewma êriş dike."
ANF/AMED