KNK heta encamê bigire wê bixebite

Şemî 26 Hezîran 2021 - 02:09

  • Hevseroka KNKʼê Zeyneb Mûrad diyar kir ku ew bi biryar in, di çarçoveya berjewendiyên neteweyî de pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin. Zeynebê helwêsta giştî jî weke erênî destnîşan kir, lê anî ziman ku di praktîkê de têrê nake û got: helwêsta neteweyî divê. Lema heta encamgirtinê em ê bixebitin.

MURAT MANG
BIELEFELD

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûrad der barê hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê de da zanîn ku wê hevdîtin û danûstendinên xwe dewam bikin û got: “Em weke KNK bawer dikin û bi biryar in ku pirsgirêk di çarçoveya berjewendiyên neteweyî de bi diyalogê bêne çareserkirin. Bi vî awayî em dikarin bersivê bidin gelê xwe. Lewma pêwîst e ku em bi ruhê seferberiyê bixebitin.”
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji 22ʼê Gulanê ve li Başûrê Kurdistanê hevdîtin û danûstendinên xwe didomîne. Heyeta KNKʼê heta îro ji çilî zêdetir bi partî, sazî, dezgeh, rêxistin, akademîsyen û kesayetan re hevdîtin kirine. Herweha heyet bi gel re civînan dike, wan agahdar dike û li wan guhdarî dike. Li dijî dagirkeriyê û ji bo şerekî Kurd û Kurd nebe, heyeta KNKʼê hewl dide helwêsteke neteweyî pêk bê.
Hevseroka KNKʼê Zeynep Mûrad der barê xebatên xwe de agahî dide û dibêje, di hevdîtinan hemûyan de her kes, her partî û rêxistinê bi awayekî erênî bersiva wan daye, lê belê tevî ku xwestine jî nekarîne bi PDKʼê re hevdîtinê pêk bînin. Zeynebê anî ziman ku wê heta dawî xebatên xwe bi israr bidomînin û ji Kurdistanê veneqetin, lê bimînin.

Ne got na, lê bersiv neda
Hevseroka KNKʼê Zeyneb Mûrad diyar kir ku li Hewlêr û Silêmaniyê dest bi hevdîtinên xwe kirine; piranî daxwazên wan ên ji bo hevdîtinan bi erênî hatine qebûlkirin, lê PDK heta niha li wan venegeriyaye û bersivek nedaye daxwaza wan a ji bo hevdîtinê û got: “Heman roja PDKʼê randevû neda me, em ji ragihandinê hîn bûn ku bi rayedarên dewleta Tirk re rûniştî ye. Ango PDKʼê ne got na, lê bersiv neda.”
Zeynebê da zanîn ku bi Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê ya ji Ewrûpayê hatî re jî rûniştine, nexasim bi serokê komê senator Pierre Laurent jî hevdîtinek cuda pêk anîne û got; “Daxuyaniya wan a dixwestin li pêşberî Neteweyên Yekbûyî pêk bînin hat astengkirin. Dixwestin biçin li deverên gund hatine valakirin lêkolînan bikin, lê mixabin polîs û asayîşê ew asteng kirin.” 

Ev têrê nake
Zeynep Mûrad li ser helwêsta gel û encama hevdîtinan a li ser şerekî muhtemel ê Kurd û Kurd, û liberrabûna dagirkeriya dewleta Tirk, anî ziman ku helwêst qels e, û têrê nake ji bo bibe bersiva armancê. Zeynebê got: “Ez bi hêsayî dikarim bibêjim, helwêsta rûsipiyan, partî û rêxistinan di rayedeyeke bilind de ye. Di her warê civakê de mirov li dijî dagirkeriyê ne. Her kes mijarê ji nêz ve dişopîne. Her kes ji KNKʼê jî dixwaze xebatên xwe di vî warî de bidomîne. Her kes bawer dike ku dema yekîtiyê ye. Lê di encamê de hêza xuya dike yan jî sînerjiya ji vê derdikeve holê têrê nake pêşî li şerekî Kurd û Kurd bigire, dîsa têrê nake ber li dagirkeriyê bigire. Em hê ji helwêsteke neteweyî ya dagirkeriyê rawestîne dûr in. Ji bo vê em li vir in, û divê em gelekî bixebitin. Em kengî weke Kurd û civakên Kurdistanî hêzên xwe bikin yek em ê bikaribin pîlanên dagirkeriyê pûç bikin. Ji bo vê jî divê hêzên siyasî di nava xwe de bidin û bistînin. Çare tenê diyalog e; helwêsteke neteweyî ye.”

Tirk wan didin axaftin

Hevseroka KNKʼê Zeyneb Mûrad der barê bûyera 5ʼê Hezîranê ya li Metînayê de jî axivî û got: “Di bûyerê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da. Dewleta Tirk îddîa kir ku PKKʼê êriş kiriye. Lê Mûrad Karayilan daxuyaniyeke erênî da û anî ziman ku wan nekiriye. Lê li vir hinek hene bi israr dibêjin PKKʼê kiriye. Em dizanin ku dewleta Tirk bi van kesan dide gotin. Li Başûrê Kurdistanê her kes baş dizane ku şerekî Kurd û Kurd tenê wê bikeve xizmeta dewleta Tirk. Kes şerekî wisa naxwaze. Me bi Sekreterê Hîzba Sosyalîsta Demokratîk Hemê Hecî Mehmûd re hevdîtin kir. Wî ji me re got; nehêlin şerê birakujiyê bibe.”     

Bahaneyên Tirkan pûç in

Zeynebê diyar dike ku dewleta Tirk ji bêdengiya hêzên herêmê yên weke Iraq û PDKʼê sûdê digire û got: “Xelkê herêmê rastiyan dibîne. Dizane dewleta Tirk ji bo dagirkeriya xwe PKKʼê dike bahane. Ji ber ku dibînin projeya dewleta Tirk a dagirkeriyê; projeya avakirina Osmaniya nû. Kes ji bahaneya wê bawer nake. Dipirsin, ma li Lîbyayê PKK heye? Dewleta Tirk îro li Somalî û Yemenê bi cih dibe. Ji bo pîlana xwe bi cih bîne Kurdan berra Kurdan dide. Dewleta Tirk dixwaze Kurd di şerê navxweyî de biwestin û nikaribin li ber dagirkeriyê rabin.”
Zeynebê da zanîn ku wê xebatên xwe yên li Başûrê Kurdistanê bidomînin û ji bo vê jî demeke wan a diyarkirî nîne û got: “Gelek kar heye em bikin. Ji ber ku dagirkerî didome. Şer dewam dike. Ji bo Kurdan bera hev bidin gelekî hewl didin. Ev tehlûke hê heye. Em heta bigihîjin encamekê em ê li vir bin. Em bawer dikin ku wê îradeya gel bikaribe şer rawestîne. Destketî di tehlûkeyê de ne. Parastina Kurdistanê tenê karê gerîla nîne. Divê her kes di bergirî û parastinê de cih bigire. Ev berpirsiyariyeke dîrokî ye. Dibe ku di nava partiyên Kurdan de cudahiya fikrî hebe. Lê em weke KNK bi biryar in ku di çarçoveya berjewendiyên neteweyî de bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.