RIZA AYDOGDU / MAINZ
Piştî hevdîtinên li Başûrê Kurdistanê, endama heyeta Defend Kurdistan (Kurdistanê Biparêze) Selîn Goren got, qedexe, gefxwarin, taqîb û gelek zextên din li wan hatine kirin.
Civaka Azad, Defend Kurdistan, FCDK-KAWA û NCDK´a Mainzê panel bi hev re organîze kir. Selîn Goren ku endamê heyeta Defend Kurdistan a çûyî Başûr e, got, hêzên PDK´ê li Hewlêrê nehiştine ew ji otelê derkevin û wan hewl daye xebatên wan asteng bikin.
Wê got, zextên PDK, dewletên Elman û Tirk wan bi her awayî hîs kiriye: "Yên ku hewl dan me bitirsînin çêbûn. Bi rojan nehiştin em derkevin derveyî Hewlêrê. Bi dronan dan dûv me. Weke heyet em ji bo aştî û muzakereyan çûn."
Selîn Goren ku endama Linksjugend a Die Linke ye, got, xebatên wan ên li Hewlêrê kêm mane, lê piştî ku çûne Silêmaniyê di warê dîplomasî û xebatên raya giştî de ew berdartir bûne.
Li ser girtina endamên Defend Kurdistanê li balefirgeha Frankfurtê jî, wê got, "Nikarin me wisa çavtirsandî bikin. Armanca me ew e ku em bibin dengê aştiyê. Zextên li Hewlêr û Elmanyayê bûn sedem ku em êdî dengê xwe bilindtir bikin."