Diyalog statuyê misoger dike

Çarşem 16 Tebax 2023 - 16:08

  • Ji damezrînerên ÎHD´ê Mehmet Vural: Heke Kurd di nava xwe de diyalogekê ava bikin, bawer bikin Rojava, Rojhilat, Başur û Bakur dikarin di nava xwe de bibin xwedî statu. Dewletên zextkar jî dê êdî bibînin ku ne pêkan e ku Kurd bêstatu bijîn. 

WELAT EKÎN / MA / AMED

Endamê damezirîner ê ÎHD’ê û TÎHV’ê Mehmet Vûral, li ser yekitiya neteweyî ya Kurdan got, "Divê Kurd di navbera xwe de hiqûqeke xwişk û biratiyê ava bikin." Bi ya Vural diyaloga di navbera aliyên Kurd de wê statuya Kurdan misoger bike. 

Kurdên ku bi komkujiyên bêhejmar hatin xwestin ji holê bên rakirin, bi berxwedana xwe hebûna xwe heta van rojan parastin û destketiyên wan girîng jî hene. Li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê yên netewe dewletên li Kurdistanê dagirker, têkoşîna yekitiya neteweyî ya kurdan didome. Kurdan li dijî polîtîkayên îmha û înkarê li Lozanê di sedsaliya Peymana Lozanê de konferansa xwe pêk anî, û bangên xwe yên ji bo yekîtiya neteweyî careke din anîn rojevê.

Yek ji endamên damezirîner ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Mehmet Vûral, yekîtiya neteweyî ya Kurdan nirxand. Vûral, bal bire ser pirsgirêka Kurd, û got, mesele ji damezirandina Komarê ve hatiye kûrkirin û destnîşan kir ku bi qebûlkirina Peymana Lozanê re Kurd bi nasnameya xwe ya neteweyî nekarîn bibin xwedî maf. 

 

Derfet û mekanê diyalogê

Vûral, bal bire ser wê yekê ku dewletên împeryalîst û neteweyî erdnîgariya Kurdan parçe kirine û got, “Ji ber ku çar welatan di navbera xwe de Kurd parçe kirin, tine hesibandin, tepisandin û Kurd jî di navbera xwe de nebûn yek, me sedsalek winda kir. Di sedsala li pêşiya me de divê Kurd di nava xwe de li hev bikin. Herî kêm divê hawîrdoreke şer û pevçûnê nebe. Divê hawîrdoreke diyalogê hebe. Heke Kurd di nava xwe de hawîrdoreke diyalog û xwişk û biratiyê ava bikin, bawer bikin hêzên li dijî wan dê qels bin. Û Kurd dikarin di demeke nêzik de mafên xwe bi dest bixin.”

 

Kurd wê bê statu nejîn

Vûral got, neteweya mezin a ku nikare bibe dewlet û bênasname ye, ya Kurdan e û diyar kir ku ev yek “gunehê” hêzên serdest û netewe dewletan e. Vûral, li dijî rewşa heyî îşaret bi girîngiya neteweyî kir û wiha peyivî: “Gunehê pêkneanîna yekîtiyê, ev e. Kurd hêj di nava xwe de şeran dikin. Heke Kurd di nava xwe de diyalogekê ava bikin, bawer bikin Rojava, Rojhilat, Başur û Bakur dikarin di nava xwe de bibin xwedî statu. Dewletên zextkar jî dê êdî bibînin ku ne pêkan e ku Kurd bêstatu bijîn. Divê serok, rêber û kesên ku li ser navê Kurdan xwedî gotin in, di vê mijarê de gelek baldar bin. Divê Kurd di nava xwe de li hev bikin.”
 

 

Şerekî navmala Kurdan divê bê şermezarkirin

Mehmet Vûral, anî ziman ku yekîtiya neteweyî ya Kurdan welatên serdest “qels bike” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êdî ew ê nikarbin bi dilê xwe hespê xwe bibezînin. Jixwe, derdê wan ew e ku me bînin hemberî hev. Divê Kurd di navbera xwe de ne şerekî birakujiyê lê hiqûqeke xwişk û biratiyê bi rê ve bibin. Divê şerên navxweyî bên bidawîkirin. Divê şerê navxweyî teqez were şermezarkirin. Divê ti Kurd nekeve xwîna Kurdekî din. Tiştekî wisa nabe. Kes vê qebûl nake.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.