Yek ji serkirdeyên dêrîn ên şoreşa Başûrê Kurdistanê Mam Salih Gurî Espî, da zanîn ku ger PDK alîkariya Tirkiyeyê neke, yek leşkerê Tirk nikare derbasî xaka Herêmê bibe. Her wiha got; “PKK şerê navxweyî naxwaze, lê PDK provakasyonan dike. Divê PDK bizane ku karê ew dike nûkertîkirina ji dewleta Tirk re ye û karekî xelet e.” Mam Salih ev pirs ji PDK’ê kir; “Ger PKK dest ji parastina Kurdistanê berde, ma wê kî bikare xwe biparêze?”

Mam Salih Gurî Espî yek ji pêşengên diyar yên Bizotnewey Rizgarîxwaz a Başûrê Kurdistanê ye û têkoşerekî dêrîn yê herêma Germiyanê ye. Di destpêka salên 1970’an de tevli bizotneweyê bûye û wek pêşengekî bi rola xwe rabûye. Piştî şerê navxweyî di navbera YNK’ê û PDK’ê de derdikeve sond dixwe ku ew ê berê çekên xwe nede Kurdan.

Mam Salih Gurî Espî fikarên xwe yên li ser hewildanên PDK’ê yên ji bo derxistina şerê Kurd bi Kurd anî ziman û bang kir: “Dewleta Tirk ger ne bi hevkariya PDK’ê be wê nikaribe yek leşkerê xwe bişîne nava xaka Herêma Kurdistanê. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê êrişan dike û PDK rê ji leşkerên Tirk re xweş dike. Kesên şoreşger û bi xîret di nava PKK’ê de hene, lê mixabin PDK destê ji bo aştiyê dirêj nake. PKK şerê birakujî naxwaze lê PDK provakasyonan dike.

Daxwaza min ji PDK’ê û YNK’ê jî ew e ku şerê navxweyî dernexin, ji ber ku metirsîdar e, û wê zirereke mezin bigihe gelê Kurd. Di vî şerî de wê zarokên Kurdan werin kuştin. Bila zû vî şerî rawestînin. Ger em xaka xwe rizgar bikîn têra me hemûyan dike. Lê çima Tirkiye were dagir bike û em jî lê temaşe bikin. Me bi dehan hezar şehîd ji bo Kurdistanê dane, bi hêvî me êdî PDK were ser hişê xwe û bêje karê ku ez ji bo Tirkan dikim nûkertiye û xelet e. Bila ji dewleta Tirk re bêje em jî Kurd in, û destûr nadin hûn di ser me re êrişê ser PKK’ê bikin ji ber ku ew jî Kurd in. Ger PKK li van çiyayan nebe, wê sibe Tirkiye ji Hewlêrê ta Ranya û Qeladizê dagir bike. Wê demê hûn ê çibikin?”

ROJNEWS/SILÊMANÎ