Xizmeta li herêma Firatê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 29 Tebax 2023 - 00:15

CÛDÎ ÎBRAHÎM / ANF / KOBANÊ

Li herêma Firatê bi qasî 50 proje wê bên avakirin. Li gorî daneyên Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî ya Herêma Firatê ku, wê ev sal li gorî daxwazên gel be.

Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî ya Herêma Firatê Fewaz Ehmed têkildarî projeyên 2023’an a ku xizmetî gel dike, got: "Li herêmê ji ber xirabûnê hin beşên rê, dest bi qîrkirin û ziftkirina rêyan hatin kirin, li Kobanê li taxa Şehîd Xebat, Kaniya Kurdan, Botan Xerbî û li Navçeya Şêranê jî dest bi qîrkirina rêyan hatiye kirin û hîna jî berdewam e. Piştî ku Şêran bi dawî bibe wê qîrkirina riyan derbasî navçeyên din jî bibe."

Ehmed got ku wan dest bi amadekirina gelek qanalîzasyonan jî kirine û got: "Wê bi miqdarê 6 kîlometreyan dest bi amadekirina qelezisyona bibe. Wê dest bi avakirinên riyên nû yê di navbera gundan be ew jî li şaredariya gundê Bilik dest pê bike, ku bi qasî 4 kîlometreyan dirêje. Her wiha li Çelebiyê jî bi qasî 4 kîlometre wê riyên nû vebe.

Li navçeya Qadiriyê jî wê dest bi avakirina peran ji bo barîna baranê ya zêde bê kirin. Li gundewarê Girê Spî jî ew ê dest bi gelek projeyan bê kirin. Ji Eyn Îsa heta Hîşa ku bi qasî 8 kîlometreyan dirêj e wê bi kevirên şikestî bê çêkirin û ew riya wê bê dûzkirin."

Projeyên avê temam dibin

Ehmed diyar kir ku hin projeyên avê yên sereke jî hene, xelk demeke dirêj li benda van projeyan e û got:’’Projeya Xezana Miştenûr ku di qonaxa xwe ya duyem de ye. Çavê gel jî li vê projeyê ye, ji ber ku li gelek taxan av nagihije gel. Ji bo wê jî Rêveberiya Avê dest bi projeyên ji bo av bigihije gel kir. Tê payîn ku heta meh û nîveke din ev xezan bê amadekirin.

Ew ê li Navçeya Sirînê jî ji 5 gundê ku av nagihijê dest bi projeyan bê kirin û di demekî nêz de jî amade bin û li gorî wê jî av bigîhê 5 gundan. Li Kantona Girê Spî jî ji bo gelek gundan  dest bi amadekirina avê bê kirin. Di navbera bajaran û navçeyan jî dest bi şebekeya vekirina avê hatiye kirin."

Dewleta Tirk hedef digre

Fewaz Ehmed anî ziman ku şaredariya gel bi awayekî rojane jî kar û xebatê dike û got: "Dest bi amadekirina parkan jî dikin. Di vê salê de wê 2 park bên vekirin, yek li nêzî Botan Xerbî û yê din jî Şehîd Ebdo." Fewaz Ehmed got ku ew daxwazên gel pêk tînin û got: "Projeyên şaredariyê destpêkê di komûnan re derbas dibe û li gorî derfetan jî em didin avakirin, ew projeyên ku ew hildibijêrin tê amadekirin."

Fewaz Ehemd di dawiyê de got tevî ku gelek astengî û êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser projeyan tê kirin lê ew dîsa jî bi karê xwe radibin û got: "Hin projeyên me ji aliyê dewleta Tirk de hedef dihatin girtin, hin ji wan li Miştenûr û projeyên li ber sînor in. Ew proje bi mehan dimînin, ji bo wê her tim êriş tê kirin. Eger astengî tune bin wê sala 2023’an xizmetekî gelekî baş be."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.