Xiyanet hate rûreş kirin

Duşem 25 Îlon 2023 - 00:38

Xiyaneta PDK’ê û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li gelek navendên Ewrûpa û Awûstralyayê hate rûreş kirin.

Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê dewleta Tirk a dagirker û hevkar PDK hat protestokirin. Çalakî li ber li ber Pirtûkxaneya Eyaletê ya Victoria hat lidarxistin. Di çalakiyê de êrişa li dijî Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya di 18’ê Îlonê de li bajarê Hewlêrê jî hate protestokirin û Denîz Cevdet Bulbun ê di êrîşê de şehîd bibû hate bibîranîn.

Li vir Nûnerê KNK’ê yê Melboûrneyê Heval Herkî daxuyaniya bi zimanê Îngilizî xwend. Di çalakiyê de ji Komîteya Piştevaniya bi Rojava re Davîd Holmes axaftinek kir.

Xiyaneta PDK’ê û malbata Barzanî, li bajarê Mulhouse ê Fransayê û li bajarê Stuttgartê yê Elmanyayê hate protestokirin. Di mitîngê  dehan Kurdistanî tevlî bûn, wêneyên Nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Denîz Cevdet Bulbun ku li Hewlêrê ji aliyê dewleta Tirk û PDK’ê ve hat qetilkirin, hatin hilgirtin. Di çalakiyan de danezanên têkîldarî xiyanet û dagirkeriyê hatin xwendin, dirûşmeyên “Bimre xiyanet”, “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.

Li Parîsê çalakiya bê îteatiya sivîl

Li Parîsa paytexta Fransayê, Kurd û dostên xwe li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wî ya fizîkî, li Dêra Spî çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xist.

Girse, saet di 15.00’an de li ber dêrê hat ba hev û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankarta li ser ‘’Azadî ji bo Abdullah Ocalan’’ nivîsandî hildan û çalakiya rûniştinê li dar xist.

Di çalakiyê de hat diyarkirin ku sê sal in tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin û Komîteya Pêşîgirtina Li Êşkenceyê (CPT) dengê xwe nake. Di serî de Konseya Ewropayê û CPT, bang li hemû saziyên navneteweyî hat kirin ku bi erka xwe rabibin. Aktîvîstê Kurd ku li ser navê çalakgeran axivî, got:’’Bi fikir û tevgera Rêber Apo bi hezaran ciwanên Kurd bedel da û Ewropa û dinyayê ji belaya DAÎŞ’ê rizgar kirin. Rêber Apo afirînerê dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ û hêviya jinan e ku neheqî li wan dibe; nabe ku girtî bimîne. Banga me li Kurdan û dostên me ew e ku em bi hev re azadiya Rêber Apo biqîrin.’’ Gava çalakiyê belavokên têkildarê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan hatin belavkirin. Bala yên li der û dorê jî li ser çalakiyê bû. Dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Azadî ji bo Ocalan’’, ‘’Bê Serok Apo jiyan nabe’’ û ‘’Bimire xiyanet, bijî Kurdistan’’ hatin berzkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.