Xilasî bi Rêber Abdullah Ocalan e
Şemî 9 Kanûn 2023 - 00:15
- Çalakiya Greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan di roja 13’an de bi biryardarî dewam dike. Girtiyan got, rêya rizgariyê azadiya Rêber Abdullah Ocalan e.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bidorê ya ku girtiyên siyasî ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd di 27’ê Mijdarê de dabû destpêkirin, didome. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê, têkildarî çalakiyê peyamek parve kir.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê di greva birçîbûnê de, dibêjin, rêya xelasiya ji krîzê, azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd e.
Di peyamê de girtî dibêjin, mînaka tecrîdkirina giran a Rêber Abdullah Ocalan li ti devera cîhanê nehatiye dîtin û wiha dewam dikin: “Pergaleke tecrîd û êşkenceyê ye ku mînakên wê nînin. Ev sê sal in agahî ji Rêber Apo nayên girtin. Êdî ev rewş veguheriye rewşeke ku xetereyê li ser jiyan û tenduristiya wî çêdike. Ev tecrîd, bi awayekî eşkere binpêkirina hiqûqa navxweyî û navneteweyî ye. Tevî vê yekê jî biisrar tê dewamkirin. CPT û saziyên din jî bi bêdengiya xwe dibin şirîkên vê êşkenceyê.”
Em pergala Îmraliyê qebûl nakin
Peyama girtiyan wiha bi dawî dibe: “Tecrîda li Îmraliyê û çaresernekirina pirsgirêka Kurd, welat ber bi krîzeke mezin ve biriye. Domandina şer, rê li ber kûrbûna krîzê vedike. Rêya xelasiya ji vê krîzê ya bi tenê, rakirina tecrîda li Îmraliyê, azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî ye. Weke girtiyên PKK’î yên li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê; em vê pergala tecrîd û êşkenceyê ya li Rêbertî û gelê me tê ferzkirin, qebûl nakin. Rêbertiya me, sedema jiyana me ye. Em, azadiya Rêbertiya xwe weke azadiya tevahiya gelên bindest û civakên demokratîk dibînin. Banga me ji bo tevahiya gelê me/gelên me, jin û ciwan, hemû kedkar, şoreşger-demokrat û ji yên ji xwe re dibêjin mirov, ew e ku tev li vê kampanyayê bibin û ji bo serketina wê tişta ji destê wan tê bikin.”
Malbat dixwazin biçin Îmraliyê
Li aliyê din, malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê, piştî erdheja navenda wê Gemlîk, bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê kir. Di miracaetê de hate bibîrxistin ku di 4’ê Kanûnê de li Mudanyayê bi pileya 5.1’ê erdhej çêbûye û malbatên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din dixwazin tavilê bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin û di dewamê de hat gotin: “Ji roja erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan heta niha li ser erdheja Marmarayê tê axaftin û vê rewşê li ber fikarên mezin vekiriye. Girava Îmraliyê jî li ser xeta fayê ya vê erdhejê ye. Hem ji ber erdhejên çêbûn hem jî ji ber erdheja Marmarayê malbat dixwazin bi awayeke lezgîn bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN