Xezeba wan ji tirsa nava wan e

Çarşem 26 Cotmeh 2022 - 01:59

  • Polêsên Tirk li heft bajaran 11 rojnamevan binçav kirin. Polêsan li Enqereyê hewl dan bi êşkencekirinê û serîtewandinê rojnamevanan binçav bikin.  

Polêsên dewleta Tirk li Enqere, Stenbol, Wan, Amed, Riha, Mersîn û Mêrdînê di heman demê de avêtin ser malên rojnamevanan. Polêsan li Enqereyê hewl dan bi êşkencekirinê û serîtewandinê rojnamevanan binçav bikin. Her wiha polêsan di serdegirtinên malan de berê çekên xwe dan ser rojnamevanan û destên wan ji pişt ve kelemçekirin û li ser dev li erdê dirêj kirin. 

Di encama serdegirtinan de Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar û Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger hatin binçavkirin. Dadgeriya Tirk biryara nepenîtiyê li ser dosyayê danî. Nayê zanîn bê rojnamevan bi çi têne sûcdarkirin.

Hate ragihandin ku rojnamevanên li bajarên cuda hatine destgîrkirin wê bibin Enqereyê.

Nûçegihana JINNEWS'ê Derya Ren jî ji ber lêpirsîneke cuda li mala xwe ya li Amedê hate binçavkirin.

Zemo Aggoz û pitika wê

Gava rojnamevan Zemo Aggoz li Enqereyê hat binçavkirin, pitika wê ya du mehî birçî hate hiştin.  Polêsan di saet 06.25’an de bi ser mala Zemo de girtin û komputer, tablet û telefona wê desteser kirin. Diviyabû ku Zemo serê du saetan şîr bide pitika xwe. Lê pitika berşîr 6 saetan birçî ma. Piştî ku parêzerê Zemo bi dozger re hevdîtin kir ji bo demeke kurt destûr hat dayîn ku şîr bide wê. 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di civîna Koma Meclîsê ya partiya xwe de behsa girtina rojnamevanan kir. Mîthat Sancar nerazîbûn nîşanî destgîrkirina rojnamevanên Kurd da û got, "Parçeyek ji plana bêdengkriina civakê ye.” Sancar wiha peyivî: "Di serdegirtinê de berê çekê dan rojnamevanan, ji pişt ve bi kelepçe kirin, avêtin erdê û kiryarên bi vî rengî kirin. Ev operasyon tesadûfî nîne ku heman piştî qanûna sansurê hate kirin. Parçeyek ji hewldana bêdengkirina civakê û çapemeniya muxalîf e. Êrîşek li ser azadiya gel a ji bo agahî wergirtinê ye.

Me got ku her nêzîkbûna hilbijartinê re wê desthilatdarî ji bo bêdengkirina civakê û tepisandina muxalîfan van operasyonan dewam bike. Em bi vê zanin. Me her tim got ku wê li hemberî rastiyê nikaribin bi ser bikevin. Em careke din dibêjin; ev desthilatdarî darbekar e, darbeyê li siyasetê, li çapemeniyê, li kedkaran, li her kesê ku mafê xwe dixwaze, dike. Gelo ji vê girantir mejiyekî darbekar heye? Lê belê ti rêveberî û mejiyê darbekar bi ser neketiye. Tenê berdêlên giran bi civakê dane kirin, xisareke mezin dane welêt û çûne. Dawiya vê desthilatdariyê jî wê bi heman rengî be. Em ji bo xwe weke berpirsyariyê dibînin ku pêşî li zerar û xisarên wan ên li vî welatî bigirin. Em rêwiyên wê rêyê ne ku bi mezinkirina têkoşîna hevpar paşerojê ji tarîtiyê rizgar bikin û ronî bikin. Em bi hev re di vê rêyê de dimeşin. Yên ku di vê rêyê de bi hev re dimeşin wê zêde bibin, bi zêdebûnê re jî wê serketinê misoger bikin." 

Gelek saziyên rojnamevaniyê nerazîbûn nîşanî destgîrkirina rojnamevanan dan.

Daxuyaniya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê bi vî rengî bû:”Ev ne cara ewil e ku operasyonên plankirî yên desthilatdariya siyasî ku kirasê darazê lê hatiye kirin li dijî Çapemeniya Azad tên kirin. Di encama operasyona di 8’ê hezîranê ya li Amedê de jî 20 rojnamevan hatibûnn destgîrkirin û ji wan 16 jê hatin girtin. Rojnameger bi nûçe û bernameyên televîzyonan hatin sûcdarkirin lê ev 5 meh in îdianameya wan nehatiye amadekirin.

Operasyonên bi vî rengî yên li dijî çapemeniya kurd, operasyonên ji bo bêdengkirina rojnamevanan û veşartina rastiyan e. Desthilatdariya ku di dijayetî û dijminatiya li kurdan de tu sînoran nas nake, dê bi tu awayî nekare rojnamevanên Çapemeniya Azad ku rastiya şer bi her awayî radixe ber çavan bêdeng bike.”

DÎSK Basin-Îş jî daxuyaniyeke bi vî rengî da:’’Bi polîtîkayên tepisandinê ya li dijî çapemeniyê re hewl didin ji her alî ve zextê li rojnamevanan bikin. Me doh jî gotibû û niha dîsa dubare dikin; hûn nikarin rojnamevanan bêdeng bikin. Wê ev polîtîkaya we ya zext û tepisandinê negihije armanca xwe. Em ê dev ji nivîsandina rastiyan bernedin. Destê xwe li ser rojnamevanan bikişînin. Qanûn û girtinên we wê nekarin bi rojnamevanên jin paşdegavê bide avêtin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.