• Gundiyên Kurd ên Kirikhanê ji mêj digotin, li van çiyayan Xezalên Çiyê hene.

Li gorî Carlotta Gall ji New Yorks Timesê re 17'ê Adara 2021'ê nivîsiye, xezalên Çiyayên Kurmênc ji nû ve xuya kirine. Ew li Çiyayên derdora Kirikhanê hatine dîtin, yanî li qismên Efrînê yên ku sala 1939'an Tirkiyeyê dagir kiribûn. Ji ber şer, li deverê nêçîrvaniya ku qira van xezala anîbû, kêm bûye û ji ber wê jî xezal niha zêde dibin.

Li Bakurê Kurdistanê tenê li Rihayê xezalên berrî, fermî hîna hebûn. Beytar û dersdarê zanîngeha Hatayê, Yaşar Ergun di salên 1990'î de bihîstiye ku li ser sînorê bi Efrînê re xezalên çiyê hene. Ji bo wan peyda bike, ew berê xwe dide deverê û li wir gundiyên Kurd jê re dibêjin, erê wan xezalên çiyê dîtine. Şivanê deverê jî ev agahî piştrast kirine. Niha êdî ev xezal kerrî bi kerrî tên ser avê.

NAVENDA NÛÇEYAN