Rojnameya Fransî Le Soir, li ser ciwanên Başûrê Kurdistanê dinivîse, “Li Kurdistana iraqî, xeyala ciwanan Ewrûpa ye, û ew didin ser rêyên xerîbistanê. Ew bi hezaran in, dixwazin statuya penaberiyê li yekî ji welatên Shengenê wergirin. Lê pirraniya wan dixwaze xwe bigihîne Meliktiya Yekbûyî (Ingilîstanê). Lê belê deriyê Ewrpûpayê jî li wan venekirîne û gava digihîjin Ewrûpayê jî, şert û mercên wan ên hatinê, wiha diyar e, wê xirab bin.”
Rojnamevan Benoît Drevet, van gotinan dike û di dewamê de bi bîr dixe ku 12’ê Hezîranê û 19’ê Hezîranê, rayedarên berevaniya peravên Yewnanistanê du keştî girtine. Di keştiya pêşî de sedek, di keştiya duyem de jî şêstek penaber hebûne. Pirraniya penaberên di her du keştiyan de jî Kurdên ji Başûrê Kurdistanê bûne. Ref bi ref ciwanên Başûr xwe li rêya mirinê didin da ku xwe bigihînin, welatekî Shengenê û ji wir jî xwe bigihînin Ingilîstanê.
NAVENDA NÛÇEYAN