Xeyal tenê bes e

Nûçeyên Cîhan

În 5 Mijdar 2021 - 23:18

  • Girtina wêneyan wek sêhrekê ye û gelek caran em bi serhatiya li pey wêneyan nizanin. Em tenê tiştên ku li ber çavên me ne û hatine girtin, dibînin. 

Girtina wêneyan wek sêhrekê ye û gelek caran em bi serhatiya li pey wêneyan nizanin. Em tenê tiştên ku li ber çavên me ne û hatine girtin, dibînin. Lê wêne çawa hatiye girtin û serhatiyeke çawa ya wêneyên li ber me heye, pirraniya caran em pê nizanin.

Ji ber wê, hin wênegir ji bo karibin halê dawî yê wêneyan temam bikin, gelek rêbazên bi efsûn bi kar tînin heta ku wêneyên ew dixwazin, derdikevin holê. Wênegirê Nîjeryayî Ibor Edosa Victor jî vê yekê dike. Wêneyên ku digire, bi afirîneriyekê werdigerîne tiştekî din yan jî ew wek sêhrbazekî tevdigere û wêneyên xweşik diafirîne. Bi gotineke din, ew ji wêneyên xam çîrokên serketî derdixe holê û tiştên xweşik disêwîrîne.

Ibor Edosa Victor tiştekî din jî dike, ew serhatiya wêne jî nîşanî me dide. Yanî ew wêneyê xam yê pêşî digire jî, nîşanî me dide. Gava mirov herdu wêneyan - yê ewil û yê dawiyê - dide ber hev, mirov bi guhertinan dihise û halê dawî yê wêneyan nîşan didin ku ev kar, ne karekî ewqasî hêsan e. Mirov bi vî awayî tê derdixe ku wênegir bi hêza xeyalên xwe wêneyan bêhempatir dike û bi rêya teknîkên post produksiyonê wêneyên xwe çêtir dike. 

Ibor Edosa Victor, li bajarê Lagos ê Nîjeryayê dimîne û gelek xelat girtine. Victor, ji bo wênegirên ciwan dibêje, “Pêşniyaza min ji wênegirên ciwan û ji wan kesan re ku ji vî karî hez dikin, ew e ku ew dev ji navdengî û pereyan berdin. Berhemên wiha xelatên afirîneriyê ne.” Victor, ji bo ciwanên afirîner jî dibêje, bila ew bi xwe bawer bin û wan wiha teşwîqî vî karî dike: “Tişta ku pêdiviya we pê heye, tenê xeyalsazî ye, ji bo hûn karibin hunerê xwe baştir bikin, tenê xeyal bikin, besî we ye.”

LAGOS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.