- Li bajarê Nîîjeryayê Lagosê avahiyeke 21 qatî hilweşiya. Hejmara mirovên ku ji ber hilweşîna avahiyê mirin, gava nûçeya me dihat amadekirin, bûbû 36.
Li bajarê Nîîjeryayê Lagosê avahiyeke 21 qatî hilweşiya. Hejmara mirovên ku ji ber hilweşîna avahiyê mirin, gava nûçeya me dihat amadekirin, bûbû 36.
Li gorî Saziya Rewşa Lezgîn a Eyaleta Lagosê, ji binê kavilên avahiyê, cenazeyên 33 mêr û 3 jinan hatine derxistin.
Avahiya ji 21 qatan hîna dihat çêkirin û li taxa Ikoyî bû. Li ser sedema hilweşînê hînê agahî nehatine bidestxistin. Di dema hilweşînê de bi dehan karker di karê avahîsaziyê de dixebitîn.
Rayedaran da zanîn ku wan ji ber bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin.
LAGOS