‘Sûka Kurmi’ ya 600 salî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 10 Gulan 2022 - 22:12

  • Li Nîjeryayê sûkeke bi navê “Kurmi” heye ku temenê wê qederê 600 salî ye. 

Li Nîjeryayê sûkeke bi navê “Kurmi” heye ku temenê wê qederê 600 salî ye. Sûka “Kurmi” li bajarê dîrokî yê Kano ye û ev bi salan e, tim zindî maye. Ji hêla Nijerya, Çad û Kamerûnê, bazirgan tên vê sûkê û tiştên lazim dikirin. Ji lewma, sûka “Kurmi” ji bo gelên Efrîkî sûkeke pirr girîng e.

Berê li Sûka “Kurmi” kole dihatin firotin, lê piştî demekê ev yek ji holê rabûye û îro roj cilûberg, biharat, berhemên xemlê û amûrên rêûresmên Efrîkî li wir tên firotinê. Sûka “Kurmi” niha jî bûye cihê serdana turîstan.

NÎJERYA 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.