134 keç revandin

Nûçeyên Cîhan

În 4 Hezîran 2021 - 02:44

  • Li Nîjeryayê çeteyan avêt ser dibistaneke taybet a Misilman û gelek kes revandin.

Li eyaleta Nîjerê ya li navenda Nîjeryayê, çeteyan avêt ser dibistaneke taybet a Misilman û gelek kes revandin.

Hikûmeta Eyaleta Nîjerê daxuyaniyek da û diyar kir ku êriş Yekşema bihurî pêk hatiye: "Li bajarê Tegînayê, eşqiyayan avêt ser dibistana Misilman a Salîhû Tanko û 136 xwendekar revandin."

Li gorî rayedarên cihî, di dema êrişê de qederê 200 zarokî li dibistanê bûn. Serokkomarê Nîjeryayê Mûhammadû Bûharî roja Duşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku wî ferman daye hêzên ewlekariyê û servîsên îstîxbaratê ji bo rizgarkirina zarokan karê xwe zêde bikin.

Çete li navend û bakur rojavayê welêt gundan dişewitînin, talanê xelkê radikin û mirovan jî ji bo fîdyeyê bi rengekî girseyî direvînin. Ji Kanûna 2020'î ve bêhtirî 730 zarokî hatin revandin.

Kanûna bihurî li pansiyonekê 344 zarok hatibûn revandin û di encama danûstandinan de di nava hefteyekê de hatibûn berdan.

ABUJA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.