Xewna Nagîhanê bû rastî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 5 Cotmeh 2023 - 10:30

 MELTEM OKTAY

Beriya şehîd bibe, Nagîhan Akarsel bajar bi bajar û gund bi gund digeriya da ku jinan bibîne û xewna xwe pêk bîne: Berhevkirina ked û berhemên jinan li Pirtûkxaneya Jinan. Wê dixwest li ser berhemên berhevkirî yên jinan lêkolîn çêbibin û bi awira Jineolojiyê dîroka nayê zanîn a jinan bê nivîsandin. Lê mixabin wê nekarî, Pirtûkxaneya Jinên Kurd a ku xewna wêî bû, bibe serî. Hevrêyên Nagîhanê, ev xewna wê piştî şehîdbûna wê bi cih anî. Wan tevî astengî û zehmetiyan hemûyan, 24´ê Hezîranê Navenda Pirtûkxane, Arşîv û Lêkolînê ya Jinên Kurd li Silêmaniyê hat vekirin.

Ez li vê pirtûkxaneya ku xewna Nagîhan bû, bûm mêvan. Li pirtûkxaneyê, odeya kitêban, odeya çandê, ya rêveberiyê û Quncika Nagîhan Akarsel hene. Odeyeke din a pirtûkxaneyê heye, lê hîna ew temam nebûye. Nagîhan Akarselê wiha xwestiye ku ev ode bibe odeyeke ji bo zarokan. Yek ji xewnên wê yên herî mezin ew bûye ku li vê odeyê ji zarokan re bi Kurdî çîrokan bixwîne. Ji bo ku ev xewna wê jî biçe serî, xebat li vir dewam dikin.

Li Pirtûkxaneyê bi sedan kitêbên nivîskarên jin û kitêbên li ser jinan hatine nivîsandin hene. Li odeya çandê berhemên keda destê jinan tênberhevkirin. Amûrên çandî yên weke teşî, meşk û yên din jî li odeyê hatine bicihkirin. Wekî din li odeyê ji her hêla Kurdistanê cilûbergên jinan hene da ku çanda qedîm a Kurdistanê nîşan bidin. Li vir her wiha resm û wêneyên jinan jî hene

Nagîhan Akarsel pirr dilsozê çanda xwe ya qedîm bû. Ji ber wê jî quncika Nagîhan Akarsel di vê odeyê de hatiye bicihkirin. Cilûbergên gelêrî yên Nagîhanê, pênûs û deftera wê, nivîsa wê ya nivcomayî ya beriya ku şehîd bibe, li vê quncikê ne. Tiştên Nagîhanê li vê quncikê hatine berhevkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.