Gelo hûn qet fikirîne kêzik çawa di xew re diçin? Yan jî we qet li kêzikên ku di xew re çûne, temaşe kiriye? Ez bawer dikim, gelek ji me ji xeynî vizîna wan ya ku gelekan ji me aciz dike, derbarê kêzikan de li tiştekî nefikiriye. Lê ez bibêjim, kêzik jî di xew re diçin û wexta razana wan jî heye. Wênegir Joe Neely wêneyê du mêşên ku di hembêza kulîlkekê de di xew re çûne, girtiye. Di wêneyê Neely de em du mêşên ku hevdu hembêz kirine û ketine xewa şîrîn, dibînin.

Neely bi awayekî tesadûfî rastî van mêşên hingiv tê. Joe Neely dibêje, “Demsal bihar bû, ez û hevjîna xwe em derketibûn geştê û em herdu jî ji wênegirtinê pirr hez dikin. Me digot, em ê wêneyên kulîlkan bigirin. Herî dawî me baxçeyekî bi kulîlkan xemilandî dît. Em li kulîlkekê digeriyan, lê ev mêş derketin pêşiya me. Pirr xweşik radizan, me bi saetan li wan temaşe kir.”

Neely jî cara pêşî tiştekî wiha dibîne, û li hember razana mêşan matmayî dimîne, “Min tiştek wiha berê qet nedîtibû. Rast e, hin mêş gava dibe êvar ew diçin dikevin kewara xwe, lê hin ji wan jî ji xwe re li ciyan digerin û di nav kulîlkan de radizên. Carinan bi tenê û carinan jî bi hev re radikevin. Piştî min ew wisa dîtin û wêneyên wan girt, ez derbarê wan de fêrî gelek tiştên nû bûm.” 

NAVENDA NÛÇEYAN