- Piştî bi 2 hezar salan, xwendekarekî doktoriya diranan gava ku bi dedektora xwe ya metalan digeriya, tiştek dît û ev tişt ji wan xencerên eskerên Romayê bû ku nîv xencer û nîv şûr bûn.
Beriya 2 hezar salan, hîna eşîrên "barbar" ên Elman xwe bera van deverên Elmanya, Swîsre û Awusturyayê nedabûn li vir, li vê erda îro ser bi gundê Tiefencastelê yê li kantona Graubunden a Swîsreyê, eskerên Romayê şerê Ratiyan (yan jî Reatiyan) kir.
Piştî bi 2 hezar salan, xwendekarekî doktoriya diranan gava ku bi dedektora xwe ya metalan digeriya, tiştek dît û ev tişt ji wan xencerên eskerên Romayê bû ku nîv xencer û nîv şûr bûn. Lê ev xencera hanê bi zîv xweşik hatibû neqişandin. Yanê dibe ku ev xencer piştî şerekî serketinê bi zanîn weke şikr û hemd hatibe veşartin, helbet tevî xwediyê xwe yê nesax.
Lucas Schmid sala 2019'an ev xencera hanê dîtibû. Wî berê xwe da deverê û hin tiştên din ên metal dîtin. Yanî di kolana 2003'yan de ev der xweşik nehatibû paqijkirin.
Paşê Archäologischen Dienst Graubünden (ADG) û Zanîngeha Baselê kolanên arkeolojîk kirin li vê deverê. Gava ku kolan bi dawî bû arkeologan bi sedan bermahiyên dîrokî li ser 35 hezar metreyên bi çarçik dîtin. Di nava van de serê riman, ên tîran, parçeyên zirxan, pereyên metal û parçeyên cilûbergên lejyonerên Romayê dîtin.
Wan her wiha parçeyên şûran, serên riman û zirxên Ratiyan jî dîtin. Tîmeke arkeologan a ji 30 kesan Îlona bihurî li vê deverê kola. Li gorî encamê ev dever meydana şer bû. Li gorî arkeologan ev şer muhtemelen sala 15'an beriya mîladê qewimiye, gava ku împaretor Augustus fermana sefera eskerî li dijî vê herêmê da. Ratî yan jî Reatî konfederasyoneke eşîrên çiyayên Alpê bû. Muhtemel e ku piştî ku Keltî li deverê bi cih bûn, zimanê wan guherî û bû yekî Keltî.
BASEL