Xemsariya hikumetê tarîxê tine dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 7 Nîsan 2021 - 00:38

Bi bahaneya nebûna budceyê, dibe ku li Başûrê Kurdistanê gelek şûnwarên dîrokî ji holê rabin. Navçeya Koye jî yek ji van cihan e ku bi şûnwarên xwe yên dîrokî navdar e. Lê ji ber xemsariya hikûmeta Başûr, dibe ku ew şûnwar tine bibin.

Navçeya Koye yek ji wan cihan e ku lê şaristanî bi pêş ketiye û rawestgeha karwanan bû. Xwedî dîrokeke kevnar e, lê di van salên dawiyê de hêdî hêdî şûnwarên kevnar ên navçeyê tine dibin.

Ne tenê li Koye

Li ser vê mijarê Mamosteyê Beşa Dîrokê li Zanîngeha Koye Dr. Heyder Leşkerî got; “Heger em li dîroka Koye binihêrin, dîroka wê wisan kiriye ku nasnameya vî bajarî heta roja me ya îro bimîne. Li vê derê bingehekî aborî, bihêz û bipêşketî nîne. Ji bona wê, heger em şûnwarên dîrokî nû nekin, nasnameya vî bajarî wê wenda bibe.”

Dr. Heyder Leşkerî wekî din îşaret bi wê yekê dike ku ew xemsarî ne tenê li Koye, lê li deverên din ên Kurdistanê hemûyan heye û şunwarên dîrokî bi qasî pêwîst nayên parastin.

Hikûmet bersivê nade

Berpirsê Fermangeha Şûnwarên Dîrokî, Yekêtî Wahîd derbarê mijarê de got, "Me gelek caran projeyên nûjenkirina şûnwarên dîrokî pêşkêşî hikûmetê kirin, lê bersiva me nedan. Beşek ji şûnwaran xera bûne, beşeke din jî ber bi xirabûnê ve diçin. Zû li rewşa şûnwaran nayê pirsîn, çend salekî din wê bi temamî birûxin.”

Bahane hazir e!

Desthilata Herêma Kurdistanê ji bo kêmasiyan hemûyan budceyê wek mehne û bahaneya sereke nîşan dide. Rêveberê Giştî yê Şûnwarên Herêma Kurdistanê, Keyfî Mistefa jî da zanîn, pilanên wan ji bo şûnwaran hemûyan hene, lê budceyeke zêde jê re pêwîst e, niha jî hikûmet nikare vê yekê bike.

Zêdetirî 5 hezar cihên dîrokî

Li gorî amarên Rêveberiya Şûnwaran, li Başûrê Kurdistanê ji bilî bi hezaran dikan, xanî û kelûpor, zêdetirî 5 hezar cihên dîrokî hene.

Tenê li nav sînorên parêzgeha Hewlêrê 180 cihên dîrokî hene, lê heta niha bi qasî pêwîst nehatine parastin û nehatine nûjenkirin.

ROJNEWS/HEWLÊR

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.