Xemla qumaşên di forma kaxizan de

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 20 Nîsan 2023 - 03:46

Stûdyoya bi navê Ibbînî qumaşên kevn di forma kaxezan de ji nû ve disêwirîne. Di esasê xwe de ew karekî estetîk ê tekstîlê dikin û desenên xweşik ava dikin. Hunermenda Julîa Ibbînî ya li Ebû Debiyê dimîne, tevî zanyarê kompûterê Stephane Noyer sêwirandinên dijîtal û sinehetkariya rêûresmên berê bi hev re şirove dike. Di nav sêwirandinên wan de xalîçeyên Îranî jî hene û desenên vazoyên Japonî jî. Wan bi vî awayî gelek motîfên xemlê sêwirandine.

Ibbînî û Noyer ji sala 2017’an ve bi hev re kar dikin. Ew kaxezên pirrtew bi hev ve dizeliqînin. Her tewekî bi saya lazerê dibirrin û paşê jî bi riya kolajê careke din tiştên ku dibirrin disêwirînin û di dawiyê de ev berhemên xweşik derdikevin holê. 

Ibbînî û Noyer ji bo vî karê xwe dibêjin; “Di dema hilberînê de gelek caran em mekîneyê bi kar tînin, lê em desenên xwe bi destan çêdikin û dîsa bi destan bi hev ve dizeliqînin. Ji lewma jî ji bo berhemekî em bi saetan dixebitin. Ji vî karî re hostetî û baldarî divê. Em algorîtma û teknolojiyê bi kar tînin û bi vî awayî sinehetkariya ku bi rêûresman dadiket jî bi bîr tînin. Gelek caran motîfên besît in tiştên ku em çêdikin, lê dikarim bibêjim, ewqasî jî tevlîhev in tiştên ku em disêwirînin. Jixwe, dema berhem diqede ev tevlîhevî xuya dibe.”

EBÛ DEBÎ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.