Nûnerên xelkê herêmên Biradost, Qendîl û Balekayetî, derbarê bombebarana dewleta Tirk a dagirker de daxwaznameyek radestî parlamena Herêma Kurdistanê kir. Di daxwaznameyê de banga rawestandina bombebarana dewleta Tirk a li dijî xaka Başûrê Kurdistanê hate kirin.

Nûnerên xelkê Herêma Biradost, Qendîl, Balekayetî û herêmên din yên ser sînor, serdana parlamena Herêma Kurdistanê kirin û derbarê bombebarana dewleta Tirk de daxwaznameyek radestî parlamenê kirin.

Li gorî agahiyan, di daxwaznameyê de, behsa ziyanên bombebarana dewleta Tirk û topbarana rejîma Îranê hatiye kirin. Hate gotin, heta niha 50 welatiyên sivîl şehîd bûne û 60 jî birîndar bûne. Herwiha zêdetirî 5 miyon dolaran zerer gihiştiye bax, baxçe, wesayît, xanî û sewalên xelkên herêmê.

Li gorî agahiyan di daxwaznameyê de hatiye gotin, ji ber bombebaran dewleta Tirk a dagirker, 60 hezar donum zevî, bax û baxçe şewitîne û tirs heye 2 milyon dar hişk bibin.
Bi navê xelkê herêmê, Ebdulrehman Mîne daxuyaniyek da çapemeniyê û got; “Me îro nerazîbûna xwe ya ji bombebaranan anî ziman. Xelk dixwaze êdî bombebaran werin rawestandin, parlamena Herêma Kurdistanê jî divê bi rêya Iraqê rewşa herêmê û zererên çêbûyîn, bigihîne Neteweyên Yekbûyî. Divê ji bo rawestandina topbaran û bombebaranan, bang li konsolosên Tirkiye û Îranê were kirin.”

Endamê parlamena Herêma Kurdistanê Luqman Werdî jî got; “Em piştgiriya daxwazên xelkê herêmê dikin. Em bang dikin destdirêjî werin rawestandin û kesên bûne qurbanî jî weke şehîd bên nasîn. Çareserî ew e, divê Tirkiye bi danûstandinan pirsgirêkan çareser bike. Divê êdî jiyana xelkê nexe metirsiyê, divê sînorek ji bo destdirêjiyan were danîn û tanzîmata xelkê were dayîn.”

HEWLÊR