- Li Herêma Cizîrê, Kurdistaniyan êrişên dewleta Tirk ên li dijî Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê rûreş kirin û wan ji aliyên Kurdî xwest zextê li PDK´ê bikin da ku êdî li cem dijmin cihê xwe negire.
Xelkê li kantona Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê, bi xwepêşandanên girseyî êrişên PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîla şermzar kirin. Malbatên şehîdan jî bang li partî û hêzên Kurdî kirin da ku refên xwe bikin yek û zextê li PDK`ê bikin da ku êrişên li dijî gerîla rawestîne.
Li Qamişloyê, xelkê bajêr û gundên derdorê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha hevkariya PDK`ê bi dagirkeriya Tirk re li dijî Kurdan, xwepêşandanek li dar xistin.
Xwepêşandanê ji xaçerêya Hilko ya Qamişlo dest pê kir û di kolana sereke re heta navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) dewam kir.
Xwepêşandêran dirûşmeyên şermezarkirina xiyanetê û hevkariya bi dagirkeran re gotin.
Li pêşiya navenda NY´yê ya li Qamişloyê, endama rêveberiya Kongreya Star Welîde Botî siyasetên PDK`ê û hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re, şermezar kir.
Welîde êrişên dewleta Tirk weke dewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi nav kir û got, “Ev êriş hewldana qirkirina Kurdan e. Gelê Kurd li hemberî siyasetên parçekirinê li ber xwe da, hîna jî li ber xwe dide.”
Li navmala Kurdî vegere!
Li navçeya kantona Qamiloyê Tirbespiyê jî, Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyaniyek da û êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi hevkariya PDK`ê, şermezar kirin.
Endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan, Nisrîn Hisên daxuyanî xwend û got, “Dewleta Tirk a dagirker hîna jî dest li welatên cîran wer dide û hewl dide Kurdan û pêkhateyên din ên herêmê qir bike. Bi taybetî piştî ku DAIŞ nikarî vê erkê pêk bîne, îro dewleta Tirk bi her rêbazê hewl dide azadiya gelê Kurd asteng bike. Gelê Kurd hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re bi ti awayan qebûl nake.”
Wê bang li partî û hêzên Kurdî kir da ku refên xwe bikin yek û zextê li PDK`ê bikin da ku li mala Kurdî vegere û dev ji hevkariya bi dagirkeran re berde û êrişên xwe li dijî gerîlayên Kurdistanê rawestîne.
Xelkê navçeya Til Birakê jî êrişên artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin. Xwepêşandan bi tevlîbûna xelkê Til Birakê û gundên wê, ji çerxerêya El-Firin dest pê kir û ber bi çerxerêya şehîdan a li navenda navçeyê dewam kir. Di xwepêşandanê de diruşmeyên redkirina dagirkeriya Tirk û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk, hatin gotin. Yek ji rêveberên Kongreya Star a navçeyê Meysa El-Hesên got, “Em êriş û sûcên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê, êrişên sîstematîk ên li dijî kampa Mexmûrê û bêdengiya hikûmeta Iraqê şermezar dikin.”
Sûcênli dijî Kurdan nabîne
Li navçeya Til Hemîsê jî, bi sedan xelk êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengal û herêmên Sûriyê şermezar kirin.
Xwepêşandanê ji pêşiya meclîsa navçeyê dest pê kir û li kolana sereke ya navçeyê dewam kir. Xwepêşandêr li pêşiya çerxerêya şehîdan kom bûn. Rûspiyê êla El-Bûasî Mihemed El-Muslih şer û destdirêjiya misêwa ya hikûmeta Erdogan li dijî ax û gelên herêmê, bi taybetî gelê Sûriyê ji Idlib, Cerablus, Kobanê, Serê Kaniyê û Eyn Îsa, şermezar kir. Hevserokê meclisa navçeya Til Hemîs, Xalid El-Nayif jî got: “Civaka navneteweyî tiştên ku li Şengal û Mexmûrê yên Iraqê, Til Temir û Eyn Îsa yên Bakur û Rojhilat Sûriyê diqewimin, paşguh dike.”
ANHA/QAMIŞLO