- Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya 10 rojan a topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundên Minbicê eşkere kir.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya 10 rojan a topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundên Minbicê eşkere kir. Meclisê da zanîn ku gundên bi welatiyan dagirtî hatine tobparankirin.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê doh daxuyaniyek da, tê de bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundên Minbicê eşkere kir.
Meclisê got, “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Mertala Firatê ji beriya 10 rojan ve binpêkirinên xwe didomînin. Dagirkeran gundên Ereb Hesen, Mihsenlî, Ewn Dadet, Toxar, Hoşeriyê, Cat, Seyadê, Yalinlî, Kawiklî, Kor Hiyûk û Boxa topbaran kirin.
Di 10 rojên dawîn de ev gund bi 81 topên hawanê û bi çekên giran û navîn ji baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li gundên Toxar Kebîr, Şêx Nasir, Yaşilî, bê ser û ber hatin topbarankirin. Top li kêleka malên sivîlan dikevin û topbaran rojane dewam dike.
Artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên li dijî gundên bi welatiyan dagirtî, didomîne, nexasim li gundên li hemberî eniya şer tirsê di nava xelkê de belav dike.”
NAVENDA NÛÇEYAN