Berê xwe bidin refên QSD’ê

Şemî 28 Kanûn 2024 - 03:15

  • Yek ji Fermandarên QSD’ê Nîdal Egîd: Weke şervanên Ereb, Kurd, Suryan û tevahî neteweyên din, weke zarokên vî welatî em ê li hember dagirkeran bisekinin. Ez bang li ciwanan dikim ku ji bo parastina welatê xwe berê xwe bidin nava refên QSD'ê.

Êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundewarên başûr-rojhilatê Minbicê dewam dikin. Li hemberî van êrişan berxwedana şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û şervanên Yekîneyên Parastina Jin(YPJ) jî, didome. Di berxwedana 26-27’ê Kanûnê de 22 çete hatin kuştin û zêdetirî 25 çeteyan jî birîndar bûn. Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê mijarê de li ser malpera xwe daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kirin:"Hêzên me roja pêncşemê bersiva êrişeke berfireh a dagirkirinê ya dewleta Tirk û çeteyên wê dan. Di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Panzer û erebeyên wan ên leşkerî hatin tinekirin û panzêrek din jî derb xwar. Di encama berxwedanê de 22 çete hatin kuştin, 25 jî birîndar bûn. Ji ber derbeyên giran, çete neçar man birevin û xwe di kozikan de veşêrin. Yekîneyên Şehîd Harûn jî çar caran li nuqte û kombûnên çeteyan dan. Di encamê de birîndarên çeteyan çêbûn û erebeyên wan ên leşkerî hatin îmhakirin."

Fermandarê ji Humsê

Li eniyên berxwedanê ya bendava Tişrînê ji fermandarên QSD’ê Nîdal Egîd ku eslê xwe ji bajarê Humsê ya Suriyê ye, diyar dike ku di çarçoveya bersiva li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wî de, me gelek gund ji çeteyan paqij kir.

Şervanên QSD, YPJ, YPG û hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi ruhekî bilind a serkeftinê li hemberî çeteyên dewleta Tirk parastina axa xwe dikin. Di nava refên QSD’ê de şervanên Ereb, Kurd, Suryan û Asûrî li ser esasê parastina destkeftiyên şoreşê di sengerên berxwedaniyê de cih digrin. Nîdal Egîd jî yek ji Fermandarên QSD’ê yê eniya berxwedana Tişrînê ye. Nîdal bi erka xwe ye welatparêzî û mirovî rabûye, di van demên dîrokî de di sengerên herî pêş de cihê xwe digre. Fermandar Nîdal Egîd di serî de beşdarbûna xwe ya nava refên QSD’ê weke xwedî derketina rûmeta xwe pênase dike û dibêje:“Ez ji bo parastina welatê xwe tevlî nava QSD'ê bûme, ji ber mirov di nava refên Hêzên Sûriya Demokratîk de dikare rûmet, xak û gelê xwe biparêze. Ez ji bo welat û axa xwe ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê biparêzim tevlî Hêzên Sûriya Demokratîk bûm.

16 roj in em li derdora Minbic û li bendava Tişrînê ne, em li vêderê berxwedaniyeke bê hempa didin meşandin. Berxwedaniya ku li vê derê tê meşandin berxwedaniya serdemê ye. Bi giştî çavkaniya  berxwedaniya me xwe dispêre, moral û coşa ku di cewherê refên Hêzên Sûriya Demokratîk de tê jiyîn. Ez jî weke fermandarekî di nava Hêzên Sûriya Demokratîk de, li bendava Tişrînê di pêngava şehîd Ezîz Ereb Minbic de cihê xwe digrim. Di 2 rojan de me gundê El Qews û gelek gundên din ku ji hêla çeteyên Tirk ve hatibûn dagirkirin, paqij kir. Heta niha hejmarek pir zêde kuştiyên çeteyan hene. Di heman demê me gelek erebeyên wan ên zirxî rûxandin. Heya Minbic, Efrîn û Girê Spî ango hemû deverên ku ji hêla çeteyên Tirk ve hatine dagirkirin, paqij nebe em ê ranewestin.

Çete ji bo diziyê şer dikin

Bila gelê me piştrast be weke şervanên ku li eniyan de cih digrin rewşa me baş e û em gelê xwe yê têkoşer silav dikin. Em ê xakên xwe yên ku di destê dijmin de vegerînin, çi tiştê ku dewleta Tirk a dagirker ji me standiye em ê vegerînin. Ya ku dewleta Tirk a dagirker didize hemû li ber çav in, dagirkeriya Tirk êrîşên xwe ji bo talankirina nirxên vî gelî pêk tîne, dîroka me ji me didize ji ber vê jî em li hemberî kiryarên dewleta Tirk disekinin. Bila her kes û bi taybet her ciwanek bizane ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bo dizî û desthilatiyê şer dikin. Yên ku bi rastî jî dixwazin li berxwe bidin û ji bo welat têbikoşin bila berê xwe bidin nav refên QSD'ê û parastina rumeta xwe bikin. QSD rumeta me diparêze, ji ber wê em di nava QSD’ê de cih digrin. Em weke şervanên Ereb, Kurd, Suryan û tevahî netewên din, weke zarokên vî welatî em ê li hember dagirkeran bisekinin. Ez bang li ciwanan dikim ku bila berê xwe nedin nava çeteyan û bi şerê taybet ku dijmin dide meşandin, bandor nebin. Bila hemû ciwan ji bo parastina welatê xwe berê xwe bidin nava refên QSD'ê.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.