Dagirkeran derbên giran xwarin

În 27 Kanûn 2024 - 03:05

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê qala berxwedana xwe ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bendava Tişrînê û gundên derdora wê kir û îdiayên çeteyan derewandin. Şervanekî diyar kir ku wan dagirkerên Tirk û çeteyên wê ji herêmê qewitandin û gelek gundên herêma Bendava Tişrînê kontrol kirin û derbên giran li çete û dagirekran xistin. Şervanekî din destnîşan kir ku ew ê herêmê diparêzin û berdêl çi dibe bila bibe dê nehêlin dagirker û çete pêşde biçin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 8ˈê kanûnê ve bi balafirên bê mirov ên bi çek û balafirên şer û çekên giran êrişî Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê û derdorê wê dikin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişan didin.

ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.