Xelkê Kobanê li filma ‘Kobanê’ temaşe kir

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 21 Îlon 2022 - 22:06

  • Bi sedan kesî li kantona Kobanê, li hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner, li  filma Kobanê temaşe kir.

Bi sedan kesî li kantona Kobanê, li hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner, li  filma Kobanê temaşe kir.

Filma Kobanê cara ewil bû ku dihat nîşandan. Filmê derbarê bûyerên dîrokî yên cenga navdar a Kobanê de ye ku li dijî DAIŞ`ê salên di navbera 2014`an û 2015`an de pêk hatiye û cara yekemîn di vî şerî de DAIŞ bi bin ketibû. Beriya wê, vê rêxistina hov li Iraq û Sûriyê gelek herêm kontrol kiribûn.

Ozlem Yaşar derhêneriya filmê kiriye û Medya Doz senaryoya wê nivîsiye. Film ji aliyê Komîna Film a Rojava û Tevgera Çand û Hunerê Demokratîk (TEV-ÇAND) sala 2021`ê hate çêkirin. Dema wê 2 saet û 30 deqîqe ye.

Dîmenên filmê li herêmên cuda yên kantonê hatin girtin. Li van deveran şerên rastîn beriya çend salan li dijî DAIŞ`ê lê qewimîbûn.

Her wiha li holê wêneyê Mehsa Amînî hate daliqandin ku ji ber hovîtiya desthilata Îranê jiyana xwe ji dest dabû.

Komînê eşkere kir ku ew ê ji 20`ê Îlonê heta 26`ê Îlonê, her roj saet di 19:00`an de li hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner, filmê bide nîşan.

Reklama filmê di 13`ê Îlonê de bi boneya salvegera şehadeta Mazdek Ararat (Omer Bagcî) hatibû nîşandan.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.