Xelkê derebeyên xwe girtin
Çarşem 12 Sibat 2025 - 03:30
Greva mamosta û karmendên nerazî ya dijî nedana mûçe, 16 rojin li ber derê ofîsa Neteweyên Yekbûyî dewam dike.
Piştgiriya ji bo çalakiyê her ku diçe berfireh dibe. Di vê çarçoveyê de esnafên Helebce û Silêmaniyê bi armanca piştgiridayîna çalakiya mamostayan, saetek deriyê dikanên xwe girtin. Esnafên Silêmaniyê deriyê dikanên xwe girtin berê xwe dan konê çalakiyê yê mamostayan. Hêjayî gotinê ye heya niha jî hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê guh nedaya daxwazên mamostayan.
ROJNEWS/SILÊMANÎ