Xelkê Derbendîxanê bi ser ket

Çarşem 15 Sibat 2023 - 00:51

Di 24’ê Çileyê de xelkê bajarokê Derbendîxan çalakiyek li darxistin û ji bo danîna projeya parzûngeha avê, çêkirina rêyên Derbendîxan, dayîna ava vexwarinê û zêdekirina saetên elektrîkê hefteyek dem dan hikûmetê. Di heman demê de ragihandin ku ger di nava hefteyekê de daxwazên wan neyên bi cihanîn, wê dakevin kolanan.

 

Elektrîkê 2 saetan zêde dikin

Qeymeqamtiya navçeya Derbendîxan a girêdayî Silêmaniyê ragihand ku biryar hatiye dayîn du saet dayîna elektrîkê bi navçeya Derbendîxan were zêdekirin.

Qeymeqamtiya Derbendîxanê bi daxuyaniyek ragihand, li gor liberçavgirtina rewşa çalakvan, kesên di grevê de ne û xwepêşanderan, bi piştgiriya hemû pêkhateyên navçeyê û tevayî aliyên siyasî biryar hat dayîn ku dayîna elektrîka nîştimanî ji bo Derbendîxanê du saet werin zêdekirin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.