Xelkê berê xwe da Tişrînê

Pêncşem 9 Çile 2025 - 03:10

  • Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê encamên bombebarana dewleta Tirk li ser bendava Tişrînê hişyarî da. Li ser banga rêveberiyê xelkê herêmê berê xwe dan bendava Tişrînê ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê lê didomin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh daxuyaniyek da û ji encamên bombebarana dewleta Tirk li ser bendavê hişyarî da. Rêveberiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku zirarên bi bendavê bûne, wê encamên wê li ser herêmê bi giştî ne baş bin. Dê zirarê bi bendava Firatê bike, rûbarên berfireh ên zeviyan li dora çemê Firatê li Reqa, Tebqa û heta Iraqê bin av bike. Li ser wê, Rêveberiya Xweser bang li Koalîsyona Navneteweyî, NY, rêxistinên mirovî yên navneteweyî û xwecih û tevahî aliyên mirovî kir ku ji bo rawestandina êrişan li ser bendavê tavilê bixebitin. Her wiha bang li xelkê kir ku li bendavê çalakiyeke protestoyî li dar bixin. Li ser bangewaziya Rêveberiya Xweser, bi sedan şêniyên bajarê Hesekê ji saetên sibehê ve li çerxerêya Panoramayê kom bûn û bi karwanekî mezin ê erebeyan berê xwe dan bendavê. Şêniyan destnîşan kir ku ew diçin bendavê ji bo ku helwesta xwe ya li hember êrişên dewleta Tirk nîşan bidin û piştgiriya QSD û YPJ’ê ya li hember êrişan û parastina navendên stratejîk, bikin.

Xelk xwe dike mertal

Bi sedan xelkê Kantona Firatê bi coş û moraleke mezin ji bo piştevaniya berxwedana şervanên QSD’ê û YPJˋê bikin, li qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê kom bûn û ber bi bendava Tişrînê ve herikîn. Gel bi coş û moraleke mezin ji bo piştevaniya şervanên QSD’ê û YPJˋê bikin, bi tililiyê dayîkan, bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana QSD’ê, Bijî berxwedana YPJ’ê, Berxwedan Jiyan e” berz kirin û ji qada Şehîd Egîd ya bajarê Kobanê bi rê ketin. Bi hezaran xelkê kantonên Reqa û Cizîrê jî ji bo ku tevlî çalakiya li bendava Tişrînê bibin ku ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dê werin lidarxistin, ber bi bendavê ve bi rê ketin. Karwanê xelkê Tebqayê wê li bajarokê Mehmûdlî yê li bakurê Tebqayê bigihêje karwanê wesayîtan ê ji kantonên Cizîr û Reqayê û dûre bi hev re diçin bendavê.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.