Xelkê Başûr ji bo şehîd Yasîn Bûlût bang kir

În 22 Cotmeh 2021 - 23:55

  • Malbatên şehîdan û xelkê Başûrê Kurdistanê ji bo Yasîn Bûlût (Şukru Serhad) çalakiyan dewam dikin. 

Malbatên şehîdan û xelkê Başûrê Kurdistanê ji bo Yasîn Bûlût (Şukru Serhad) çalakiyan dewam dikin. 

Çalakiya ku li cihê şehîdxistina endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût (Şukru Serhad) ji bo dîtina kujeran tê lidarxistin, di hefteya 3’emîn de ye.

Doh jî bi dehan malbatên şehîdan, çalakvan û welatiyên Silêmaniyê di hefteya sêyem de carek din, li cihê ku Şukrî Serhed lê hatî qetilkirin kombûn û çalakiyek lidarxistin.

Li cihê bûyerê li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek ji aliyê Amanc Hemereş ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de carek din hate gotin ku heya kujerên şehîd Şukrî werin girtin, ew ê her hefte li cihê bûyerê kom bibin û çalakiyan li dar bixin. Di daxuyaniyê de bêdengî û bêhelwestiya hikumeta Herêma Kurdistanê hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Belge li ber destê hêzên ewlekariyê hene, lê nayên eşkerekirin. 37 rojin bi ser şehîdbûna şehîd Şukrî Serhed re derbas dibin, lê saziyên ewlekariyê heya niha ti belge eşkere nekirin û bersivek nedane. Eger saziyên ewlekariyê di xizmeta gel de bin, divê wan belgeyan ji bo raya giştî eşkere bikin. Lê gumana me ew e ku hikumeta herêmê ji bo veşartina belgeyan bi xemsarî tevdigere.”

Piştî çalakiyê, welatiyan destegul danîn cihê şehîd Şukrî lê hatî qetilkirin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.

SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.