Xelkê Balîsan nerazî ye

Duşem 15 Gulan 2023 - 14:57

Xelkê Balîsanê ev 17 roj in rêya di navbera Silêmanî û Hewlêrê de li trafîkê girtine û rê nadin ti wesayîtên barhilgir û bazirganiyê di vê rêyê re derbas bibin. Heta niha aliyên peywendîdar bi hewara welatiyan ve neçûne û guh nedane daxwazên wan.

Xelkê bajarokê Balîsana ser bi Hewlêrê, ji ber temam nebûna rêya navbera Balîsan û Şikaret a li Îdareya Soran û Raperînê bi hev ve girê dide, di heman demê de Silêmanî û Hewlêrê jî bi hev ve girê dide, girtine û rê nadin ti wesayîta barhilgir derbaz bibe.

Çalakiya me wê bidome

Derbarê mijarê de li ser navê çalakgerên Balîsanê Hêdî Xoşnaw  got, “Mixabin li şûna berpirsên hikûmetê guh bidin daxwazên me û pirsgirêkê çareser bikin, rêyên din weke çareserî nîşanî şofêrên barhilgir didin. Ev jî derdixe holê ku ew xemsar in. Heta berpirsên hikûmetê daxwazên me qebûl bikin, em ê çalakiya xwe dewam bikin. Ji ber ku me weke xelkê Balîsanê gelek qurbanî daye û hîn jî dewam dike. Ji bo vê heya rêya Balîsan-Şikarte neyê çêkirin, em vê rêyê navekin.”

Pereyan nadin şirketê

Rêveberê bajarokê Balîsan Mehdî Mistefa jî dibêje, “Par dest bi çêkirina rê hate kirin, lê ji ber rewşa hewayê şirketan karê xwe dabû rawestandin. Dihat payîn ku serê Gulanê dest bi kar bikin dîsa, lê ji ber ku hikûmet perê wê nade, şirketê dest bi kar nekiriye. Şirket jî dibêje, heta pere neyê dayîn, ew dest bi kar nake.”

Hêjayî gotinê ye ku rêya di navbera Balîsan-Şikarte a 22 kîlometreyan dirêj û 3 milyar dînar li qîrkirina wê çûye, ji meha 11’an a 2022’yan ve dest bi çêkirina wê hatiye kirin, lê ji ber ne dayîna pereyê şirketa rê çêdike, hatiye rawestandin. Weke nerazîbûneke li beramberî rawestandina projeya qîrkirinê û ne dayîna pereyê şirketê, xelkê Balîsanê rê li çûnûhatina wesayîtên barhilgir ên bazirganiyê girtin.

ROJNEWS/SORAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.