• Ji ber nedana mûçeyan, kêmxizmetguzarî û gendeliyê, xelkê Başûrê Kurdistanê serî rakir û di xwepêşandanên li Helebce, Silêmanî, Tekye û Sayîdsadiq de 5 kes şehîd bûn û 52 kes jî birîndar bûn.

Di xweşêndanên li Başûrê Kurdistanê de di encama gulebarana hêzên asayîş û parêzvanên baregehên partiyan de 5 ciwan şehîd bûn û 52 kes ji birîndar bûn.

Li Çemçemal Adam Yehya, li Kifrê Ako Silêma û li Derbendîxanê Serbest Osman şehîd bûn û 52 kes jî bi guleyan birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, li Derbendîxanê 11 kes birîndar bûn. Li Germiyanê gule li milê xwepêşanderekî ciwan ket û rakirin nexweşxaneya Silêmaniyê.

Li parêzgeha Helebceyê parêzvanên malbenda YNK’ê 3 xwepêşander birîndar kirin. Li Şarezûr 20 xwepêşander birîndar bûn ku piraniya wan ji aliyê parêzvanên baregeha PDK’ê ve hatin birîndarkirin, ciwanekî 18 salî bi çifteyê hat birîndarkirin.

Li Seyidsadiq di gulebarana parêzvanên baregeha PDK’ê de 2 xwepêşander birîndar bûn. Li Çemçemal kesek şehîd bû û hin kes birîndar bûn. Li Pîremegron 10 kes birîndar bûn. Li Ranya jî 4 xwepêşander birîndar bûn.

Çalakî doh jî li navçeyên Şarezûr, Kifrî, Xurmal, Qeladiz, Pîremegrûn, Zereyan û Tekye yên Herêma Kurdistanê dewam kirin. Di xwepêşandana li bajarokê Tekye ya ser bi navçeya Çemçemal de hêzên asayîşê gule reşandin û di encamê de ciwanekî 28 salî şehîd bû. Herwiha 4 kes jî birîndar bûn. Di xwepêşandanê de nûneriya PDKʼê jî hat şewitandin. Li Seyîdsadiq jî zarokekî 12 salî bi navê Herêm Elî şehîd bû.

Gef li xwepêşenderan xwar

Serokê Fraksiyona PDK’ê yê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Umêd Xoşnaw gef li xwepêşanderan xwar û xwepêşander weke ‘Kole’ bi nav kir.

Umêd Xoşnaw li ser malpera xwe ya facebookê peyamek belavkir û li cihê ku mafê xelkê û xwepêşanderan biparêze, gef li xwepêşanderan xwar û di peyama xwe de weha nivîsî; “Hûn koleyên bê bav û dayîk in. Bê rêziya li hemberî reveberên PDK’ê wê bê hesab nemîne.”

Hewlêrê destûr neda

Hizba Komunîst a Kurdistanê, Zehmetkêşanê Kurdistan û Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew dixwazin, sibe (îro) li Hewlêrê xwepêşandanek li dar bixin, lê îdareya Hewlêrê destûr nade.

Li ser navê hizban, sekreterê Hizba Komunîst ya Kurdistanê daxuyaniyek xwend û da zanîn ku ew dixwazin sibê (îro) xwepêşandanekê li dar bixin, lê îdareya Hewlêrê rê nedaye wan û ev jî binpêkirina mafê mirov û azadiyan.

Di daxuyaniyê de sedema rewşa xirab jî xirabiya îdare, qaçaxçitiya deriyên sînor û durêveberî hat nîşandan û hat gotin, ji nebûna mûçe û rewşa xirab, tenê Hikumet û desthilat berpirse.

Xwepêşandan mafekî rewa ye

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li ser xwepêşandanên dawî yên li Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û xwest li gorî yaseyan û dûrî şîddetê xwepêşander werin parastin û anî ziman ku xwepêşandana xelkê ya li jî rewşa xirab mafek rewa ye û got; “Divê bi rêya reformên rast gav werin avêtin û saziyên ragihandinê bi awayekî azad karê xwe bikin.”

Berhem Salih jî di daxuyaniya xwe de qebûl kir ku xwepêşandana xelkê ji ber nebûna mûçe û xizmetguzariya xirab e û got, li ber vê rabûn mafekî rewa ye.

Em xwe bi rêxistin bikin

Tevgera Azadî der barê xwepêşandanên li Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî belavkir. Tevgera Azadî bang li hemû welatiyan kir da ku xwe bi rêxistin bikin û bi hev re ji bo jiyanek azad û demokratîk têbikoşin.
Tevgera Azadî ji bo malbatên ku zarokên wan di xwepêşandanan de şehîd bûne sersaxî xwest û got, xwîna ciwanan ji berjwendiyên kesan û hizban girîngtir e.

Tevgera Azadî di daxuyiya xwe de got: ”Em banga xwerêxistinkirinê û projeya guhertina sîstemê dikin. Em jiyaneke azad û demokratîk dixwazin. Ji bo vê jî em dikarin bi hev re xwe rêxistin bikin, bi vê yekê jî em dikarin zextên bi bandor pêk bînin û xwe bi hêztir bikin.”
Serokê Fraksiyona Komeleya Îslamî Ebdulstar Mecîd piştgiriya xwe ji bo daxwazên xwepêşandêran anî ziman û diyarkir ku sedema hemû alozî û rewşa xirab ya herêmê di stûyê Hikumeta Herêma Kurdistanê de ye.

Çalakiyan çawa dest pê kir

Di 2’yê Kanûnê de li Silêmaniyê li dijî derengketina mûçeyên karmendan, rewşa xerab a aborî, nebûna xizmetguzarî û sîstema hikumraniya Herêma Kurdistanê xwepêşandanê destpê kir. Roja piştre hêzên asayîşê êrişî xwepêşanderan kir û alozî derket. Di 6’ê Kanûnê de li Pîremegron xwepêşanderan agir berda baregeha YNK’ê û hewil dan baregeha PDK’ê jî bişewitînin. Lê hêzên asayîşê û parêzvanên baregehan girse ji hev belav kirin. Pêr jî li Seyidsadiqê welatî daketin qadan û baregehên partiyan şewitandin.

NAVENDA NÛÇEYAN