Xelk ji desthilatê nerazî ye
Sêşem 15 Tebax 2023 - 00:16
Xelkê gundê Qesrî Xirab yê li sînorê navçeya Aştî ya ser bi bajarokê Koyê, ji ber nebûna xizmetgûzariyên weke av, elektrîk û xirabûna rêyan kombûn û rêya sereke ya navbera Dukan û navçeya Aştî de girtin.
Ji beriya demek kurt xelkê gundê Qesrî Xirab yê li sînorê navçeya Aştî ya ser bi bajarokê Koyê ya parêzgeha Hewlêrê, ji ber nebûna xizmetgûzariyên weke av, elektrîk û xirabûna rêyan kombûn.
Çalakvanan niha rêya sereke ya navbera Dukan û navçeya Aştî de li wesayîtan girtine û bang li aliyên peywendîdar kirin ku daxwazên wan pêkbînin.
Xelkê got ku elektrîka netewî li sînorê wan gelek xirab e û ya heyî jî tenê çend saetan heye, di heman demê de hemû xizmetgûzariyên din ên weke avê û rêyên herêmê jî gelek xirab in.
NAVENDA NÛÇEYAN