• Hesen Cûdî: Mesela sala 2011´an daxwaz azadî bû, guherîna sîstemê bû. Lê niha ne wisa ye; niha dixwaze ceyran hebe, av hebe, mûçe bidin xelkê. Birçîbûn û bêkarbûn çêkirine. Ev weke stratejiyeke şerê taybet e li dijî xelkê Başûr.

LUQMAN GULDIVÊ

Li Iraqê mesleya avakirina hikûmetê piştî biryara dadgeha federal a Iraqê ji nû ve aloz bû. Lewma pirraniya tifaqa Sedr, PDK û Helbûsî, wê nikaribin serokkomar hilbijêrin. Bêyî serokkomar jî wezîfeya avakirina hikûmetê wê zehmet be. Gelo ev tifaq wê dewam bike yan ji hev de bikeve. Tesîra wê li Başûrê Kurdistanê wê çi be; em li ser van pirsan bi nivîskar û rojnamevan Hesen Cûdî re peyivîn. Biya wî encam çi dibe bila bibe, bêyî federaliyê, her alozî wê zêde bibe. Li Başûrê Kurdistanê jî divê hêviya xelkê bê birêxistinkirin.

Ji bo nirxandina rewşa dawî em bipirsin, hilijartinên dawî û encamên wê li Bexdayê mirov çawa bibîne gelo?

Hilbijartina Cotmehê nîşan da ku bawerî bi mekanîzmaya dewletê, sîstema îro, nemaye. Ji bo wê jê xelk tevlî hilbijartinê nebû. Ev hilbijartin bi temamî di kontrola derve bû û encam jî bi kontrola derve hat diyarkirin. Yanî ew hêzên xwe serketî hesab dikin, esas ne wisa ye. Ew tifaqek in.

Lîstikên dewleta Tirk, dewletên wekî Îmarat û Emerîkayê destekê didin wan. Hejmara kursiyên wan pirr zêde bû. Hêzên nêzî Îranê û hinek hêzên demokratîk jî, kursiyên wan hatin kêmkirin. Ev rewş jî ne bi dengê gel bû, esas hatiye tayînkirin.

Ji ber wê jî, çawa vê tifaqê parlamen bi dest anî, dixwaze hikûmetê jî bi dest bîne. Ji ber vê tifaqê, niha Şîî, Sûnî jî qismî û Kurd, her sê jî bê tifaq û du parçe ne. Ev tehlûkeya herî mezin a weke encama hilbijartinê, ev e. Di dîroka Şîiyan de ev cara yekê ye ku parçebûnek çêbûye.

Helbet aliyên îdeolojîk û siyasî hene, lê ev tehlûke rê li ber şerekî dikare veke û ji niha ve jî gavên hevdu tesfiyekirinê tên avêtin.
Li aliyê din, aliyekî Kurd [PDK]  peymanên veşartî çêkirine. PDK bêhtir berjewendiyên delweta Tirk diparêze û tevî Sûnî. Halê hazir herçî tevgera Sedr e, ew dixwaze navenda Şîitiyê ji Qumê vegere Necefê. Yanî dînperestiyeke Şîî û miletperestiyeke Ereb a tevgera Sedr ev tifaq diyar kiriye û diyar e ku hin dewletên Kendavê jî destekê didinê. 

Ev tifaq çiqasî dikare bi ser keve? Mesela biryara Dadgeha Federal a elaqedarî hilbijartina serokkomar heye…

Li vir meseleyek heye. Dadgeha Federal biryar da ku ji bo hilbijartina serokomarê Iraqê, lazim e ji sê paran diduyên endamên parlamenê hazir bin. Yanî 220 parlamener amade bin, dikarin serokkomar hilbijêrin. Lê ji ber ku tifaqa Sedr, Helbûsî û PDK´ê nikarin 220 parlamenteran kom bikin, ew ê nikaribin serokkomar hilbijêrin. Yanî dibe ku ev tifaq, ev koalîsyon dibe ku hilweşe. Ji ber wê jî ew hevpeymana ji xwe re dibêje Hevpeymana Şîî ya Iraqê ya bi Malikî û Amirî, ew jî nêzîkî Îranê ne jî û tevî YNK´ê niha înîsiyatîf ketiye destê wan. Ew dikarin hikûmetê jî belkî çêkin. Beriya biryara dadgeha federal a Iraqê, yanî heta pêr, îhtîmala serketina tifaqa Sedr, Helbûsî û PDK´ê hebû. Lê êdî ne wisa ye. Axir duşemê diviyabû meseleya hilbijartina serokkomar diyar bibe. Lê êdî nediyar e. Ya xuya ew e ku krîz kûrtir dibe li Iraqê. 

Çawa yanî, qey ew serokkomar hilnebijêrin, nikarin hikûmetê ava bikin?

Esas mesele ew e ku êdî nikarin plana xwe bibin serî. Hêzên weke Emerîka, Îmarat û dewleta Tirk dixwestin ku ev tifaq çawa di parlamenê de bû hêza mezin, hikûmetê jî ava bike. Lê wexta nikaribe serokkomar hilbijirê, ev ê zehmet be [Serokkomar wezîfeya amadekirina hikûmetê dide; têbîniya edîtoriyê]. Nakokî jî wê zêde bibin. Tişta xuya ew e ku alozî jî wê zêde bibin.

Te behsa parçebûna bereya Sunî jî kir, lê mane dewleta Tirk ew anîbûn cem hev?    

Naxêr, niha hinek hêzên Sunî hene, li derveyî tifaqa Helbûsî, Sedr û PDK´ê hatine hiştin. Hinek ji wan nêzîkî Siûdî ne, hinek jî nêzî bereya Şîî ne. Ev boçûneke nû ye. Ev jî bi xwe re aloziyeke xurttir tîne. Heta beriya hilbijartinê, navmala Şîî yek bû, lê niha ne wisa ye, Sedr li derveyî wê ye. Ev jî aloziyeke nû bi xwe re tîne. Carê PDK û YNK bi tifaq diçûn Bexdayê, lê PDK´ê tifaqeke veşartî bi bi Helbûsî û Sedr re kiriye. Axir heger ev hêz karibe hikûmetê ava bike û [Hoşyar] Zêbariyê ku bi gendeliya zêde mezin sûcdar e, bibe serokkomar - gelek dosya li ser wî hene -, hingê dewleta Tirk wê li Iraqê bibe hêzeke hegemon. Lê ne Siûdî û ne jî Îran wê vê qebûl nekin. Rewşa Iraqê jî tehemûlî vê yekê wê neke.

Naxwe, em weke îhtîmal niha dikarin behsa çi bikin, ji bo avakirina hikûmeteke li Bexdayê?

Sê îhtîmal hene: Yan hikûmeteke li gorî berjewendiyên Îranê,  yan hikûmeteke li gorî berjewendiyên Tirkiye, Emerîkayê wan, yan jî pêvajoya siyasî ewqasî aloz bibe ku rê li ber hilbijartineke din veke. 

Îhtîmaleke li derveyî vê jî wê şerê navxweyî be. Axir bi ya min, di her rewşê de aloziya li Iraqê, di asta kaosê de wê zêdetir ji berê be.  

Projeyeke Emerîkî hebû, ew neçû serî. Hin welatên Kendavê jî li piştê bûn, tevî dewleta Tirk. Wan dixwest Iraqê teslîmî DAIŞ´ê bikin sala 2014´an. Yanî çawa li Efxanistanê nekarîn hikûmeteke xurt ava bikin û welat teslîmî Talîbanê kirin. Bi heman rengî ev stratejî sala 2014´an ceribandin. Di nav de hin hêzên Kurd jî, li Urdinê ew kom bûn, biryara destwerdana Iraqê dan bi rêya DAIŞ´ê. Ew proje bi ser neket. Niha hilbijartina 10´ê Cotmehê jî destwerdaneke din bû. Yanî koalîsyona Sedr, Helbûsî û PDK ew e ku parlamenê bixin destê xwe. Lê Îranê û hêzên din ên Şîî ev yek qebûl nekirin. Lê hem Kurd, hem Sunî û hem jî Şîî yên ku naxwazin li derveyî hikûmetê de bimînin, li ber vê rabûn. Niha dibe ku hin hêzên di nava tifaqan de bereyên xwe biguherin jî. Yan jî bi lihevkirina Emerîkî û Emerîkayê hikûmeteke lihevkirinê bê avakirin. Sedr ew dibêjin, em pirranî ne û em ê hikûmetê çêkin. aliyê din dibêje, na divê hikûmeta lihevkirinê divê çêbe.

Axir hikûmeteke pirraniyê, di rewşa Iraqê de wê aramî û îstîqrarê nikaribe ava bike. Li Iraqê ti hêz naxwaze bibe muxalefet, her kes dixwaze hikûmet be.

Heger hikûmeteke pirranî çêbe, tesîra wê li Kurdistanê wê çi be, nexasim di warê destwerdanên Tirkiye û Îranê de?      

Heger hikûmeteke tifaqa Sedr, Helbûsî û PDK´ê çêbe, êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengal, Mexmûr û çiyayên Kurdistanê zêde bibin. Lewma wiha xuya dike ku wan soz daye Tirkiyeyê. Heta dibe ku ew bi xwe jî tevlî van êrişan bibe. Gava hikûmeteke pirraniyê çêbe, alozî wê zêde bibin û destwerdanên Tirkiye û Îranê jî zêde bibin. Li Başûr jî hikûmeta qaşo ya Herêma Kurdistanê jî dibe ku parçe bibe. Yanî hêzên siyasî ne li gorî berjewendiyên gel siyasetê dimeşînin li Iraq û Başûrê Kurdistanê. Bêhtir li gorî berjewendiyên hêzên mezin siyaset tê kirin. 

Çima li Başûr siyaseteke ku karibe berjewendiyên gel biparêze bi pêş nakeve, çima alternatîfek ji bo gel peyda nabe?   

Hêzên muxalefetê yên pak hene, lê lawaz e. Li Başûr tenê ji sedî 18 çû ser sindoqan û ji wan jî nîvî dengê xwe neda PDK û YNK´ê. Lê ew radibe bi ji sedî 7´ê dengê hilbijêran li ser navê Kurdan bi Tirkan re tifaqê dike. 

Li Başûrê Iraqê hewldanên lêgerîna rêveberiyeke nenavendî digerin. Weke Besra nexasim. Xelkê Basra dibêje, bender li cem me ne, petrol li cem me ye, lê em birçî ne. Ji ber wê daxwaze federalbûnê li Başûr heye.

Lê Sedr ew çi dixwazin, dixwazin ku Sedamekî Şîî vê carê hebe. Çawa gava Beesê îhtîlal kir, PDK´ê hevkarî pê re kiribû, ecêb e, niha jî PDK bi Sedr re hevkariyê dike. Armanc çêkirina dewleteke navendî ye. Haîd Amirî, Ebadî û Malikî jî dixwazin dewleteke navendî çêke.

Bi nihêrîna min belavbûna federalbûnê li Iraqê belkî karibe aloziyê çareser bike. 

Lê belê sedema sereke çi ye ku xelk naçe ser sindoqan lê nikarin alternatîfan ava bikin? 

Pirsgirêka sereke ew e ku xelkê li Başûr xwe bi rêxistin nekirine. Bîreweriya xwebirêxistinkirinê lawaz e. Hêzên demokratîk jî nayên gel hev û parçe dibin. Wekî din li Başûrê Kurdistanê weke amûreke Şerê Taybet ê desthilata Başûr muxalefetên sexte çêke. Armanc ew e ku di nava civakê de parçebûnê çêke. Civak bi tiştên din mijûl dikin. 

Mesela sala 2011´an daxwaz azadî bû, guherîna sîstemê bû. Lê niha ne wisa ye; niha dixwaze ceyran hebe, av hebe, mûçe bidin xelkê.

Birçîbûn û bêkarbûn çêkirine. Ev weke stratejiyeke şerê taybet e li dijî xelkê Başûr.

Bifikirin hizbek heye, salane qederê milyarek û 250 milyon dolarî dide ragihandina xwe da ku civakê bixapîne, desthilata xwe dewam bike û rewabûnê ava bike.

Lê ma hêvî nîne?

Hêvî pirr e. Nexasim bi Tevgera Azadiyê gelek e. Lê ev hêvî divê bibe bîrewerî. Ya ji vê jî girîngtir ew e ku li hemberî desthilata Başûr bêhêîvîbûn û bêzariyeke ecêb heye. Hêviya xelkê ji Tevgera Azadiyê heye, ji Şoreşa Rojava heye.

Li Başûr desthilat ji serdema Beesê bêhtir navendî ye. Xelk gelekî ji wê desthilatê aciz e. Lê pirsgirêka herî mezin nebûna rêxistina vî xelkî ye.

Tecrûbeya Gorranê jî civak gelekî şikand. Wan bi salan xelk xapand û niha di nava desthilatê de cihê xwe digire. Tevgera Gorranê derbeke mezin li baweriya xelkê xist.