• Bi rasthatina 1ʼê Îlonê roja aştiyê ya Cîhanê, xelekên Aştiyê li Wan û Enqereyê pêk hatin. Polês êrişî ya li Enqereyê kir.

Bi rasthatina 1ʼê Îlonê roja aştiyê ya Cîhanê, xelekên Aştiyê li Wan û Enqereyê pêk hatin. Polês êrişî ya li Enqereyê kir.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di çalakiya “Xeleka Aştiyê” ya li Wanê de ligel hemû astengiyên polîsan jî pêk hat, axivî û got: “Pêdiviya Tirkiyeyê ji nan û avê zêdetir bi aştiyê heye.” Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel jî axivî û hişyar kir û got: “Ger em vê rewşa şer ranewestînin, wê gelên Tirkiyeyê nekarin bi hev re bijîn. 
Polîsên Tirk êrişî çalakiya HDP'ê kir ku dixwest li Gara Enqereyê pêk bîne.
HDPê xwest ji bo bîranîna 103 kesên ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin çalakiya “xeleka aştiyê" li dar bixe. Lê belê polîsan êriş kirin. Polîsan dor li garê girtin û nehiştin ku gel û rojnamevan xwe bigihînin qada çalakiyê. Tenê parlameneran karîbûn qurnefîlê deynin şûna komkujiyê. Girseya gel ber bi Parka Ciwanan ve meşiyan, lê belê kesê bi navê Aydin Erdogan bi lêdanê birin nezaretxaneyê.

ENQERE/WAN