Xelatgirên Nobelê ji bo Ocalan name şandin
Şemî 26 Tîrmeh 2025 - 03:45
Jody Williams a ku di sala 1997’an de Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt û Dr. Şirîn Ebadî ya ku sala 2003’yan heman xelat wergirt, di nameya ji bo rêxistinên navneteweyî de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevlîbûneke tam a li pêvajoya aştiyê, xwestin.
Jody Williams û Şirîn Ebadî weke nûneriya 88 Xelatgirên Nobelê, nameyek nivîsandin. Di vê nameyê de ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, CPT û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hate xwestin ku Abdullah Ocalan azad bibe û tevlîbûneke tam û bêastengî ji pêvajoya aştiyê re çêbibe.
Di nameyê de îşaret bi banga Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê û kongreya PKK’ê ya xwefesixkirinê hate kirin û wiha hate gotin: “Di vê bangê de hate destnîşankirin ku xurtkirina xwişk-biratiya gelên Tirkiyeyê, girîng e. Banga Birêz Ocalan ruhê xwişk-biratî û aştiyê yê ku ji aliyê Alfred Nobel hatibû destnîşankirin, nîşan dide. Weke Xelatgirên Nobelê em vê hewldanê nas dikin û piştgirî didine. Têkildarî destpêkirina jinûve ya danûstandinên aştiyê û weke nûner û lîderê siyasî yê rewa yê gelê Kurd Birêz Ocalan divê azad bibe û destûr were dayîn ku bi rengekî tam tevlî pêvajoya aştiyê ya dayî destpêkirin bibe; ev jî tê wê wateyê ku bikare bi parêzerên xwe, partiya xwe û hemû aktorên di pêvajoyên de cih digirin re bi azad peywendî çêbike.
Silav û Rêz,
Jody Williams, Xelata Aştiyê ya Nobelê (1997)
Dr. Şirîn Ebadî, Xelata Aştiyê ya Nobelê (2003)”
NAVENDA NÛÇEYAN