Xelata Xêzeromanana a Okumenîk dan berhema Giula Pex a bi navê Khalat (Xelat). Jûrî ji bo diyarkirina xelatê bi awayekî online civiyabû. Xelat wê 28’ê Çile li Dêra Saint-Martial a li bajarê Fransayê Angoulêmê bê dayîn.
Di xêzeromanê de Khalat (Xelat) jineke Kurd a ji Rojava ye. Adara 2011’an gava ku berê xwe dide Şamê da ku lê zanîngehê bixwîne, şer dest pê dike û ew dibe penaber. Ew dibe dayîna zarokekê jî di dema rêwîtiya xwe de. Di 8 welatan re derbas dibe da ku xwe bigihîne cihekî ku lê bibe penaber, yanî Elmanyayê.
Li gorî juriyê, Giulia Pex bi xêz û xetên xwe kariye bi detayan hestan jî nîşan bide û kiriye ku hêza nivîsê û ya xêzkirinê hevdu xurt bikin. Giulia Pex hunermendekî li bajarê Îtalyayê Mîllanê dimîne û Khalat xêzeromana wî ya yekê ye.
PARÎS