Wezareta Derve ya Emerîkayê ji nav 600 kesan du kes ji bo wergirtina Xelata Parêzvanên Mafên Mirovan destnîşan kirin. Yek ji wan parêzerê Girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen bû.

Parêzer Beşdar Hesen piştî li Emerîka vegeriya Hewlêrê ragihand ku xelata xwe pêşkêşî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dike. Hesen got, wergirtina xelateke wisan wê tenê dema Şêrwan Şêrwanî, Eyaz Ekrem, Şivan Seîd, Guhdar Zêbar û hevalên wan ên din ji girtîgehê azad bûn, wî kêfxweş bike.

Parêzer Beşdar Hesen diyar kir ku ew xelat ji bo desthilatdarên Hewlêrê peyamek e da ku êdî azadiyan asteng nekin: ’’Wezareta Derve ya Emerîkayê rastî û rewatiya dosyaya girtiyên Behdînanê dît, zanîn ku ev dosya senaryoyeke li dijî rojnamevan û azadîxwazan.”

Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Derve ya Emerîkayê ji sala 2005’an ve her sal li seranserê cîhanê xelatê dide du kesan ku di warê bi pêşxistin, bihêzkirin û parastina mafên mirovan de bi rola xwe rabûne. Wezaretê xelata sala 2022’yan jî da Beşdar Hesen.

HEWLÊR